Dewleta Tirk gelek kes li Efrînê revandin
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê yên revandina sivîlan û êşkencekirin bê navber didomin.
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê yên revandina sivîlan û êşkencekirin bê navber didomin.
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê yên dij mirovahiyê bê navber didomin. Heta niha bi hezaran kes hatine revandin û êşkencekirin; hê jî agahî ji sedan nayên girtin. Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê yên revandina sivîlan û êşkencekirin bê navber didomin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di nava 3 rojên dawî de bi dehan sivîl hatine revandin. Sivîlên ku bi hincetên cuda sivîlan direvînin êşkence d ikin û ji bo gund û malên xwe biterikînin zextê dikin.
SIVÎLÊN HATINE REVANDIN
Navên hinek kesên ji gunênd navçeya Mabata ya Efrînê hatine revandin wiha ne:
Ji gundê Gobek, Zekeriya Nebî Şahîn (47), Ednan Kemal Mistefa (40), Nîhat Mihemmed Mistefa (35), Fexrî Silêman Hemo (30), Îbrahîm Îbrahîm Hemo (35), Reşîd Hîjmet Hemo (25), Mihemmed Resûl Îbrahîm (40) û Xebat Mistefa Şahîn (30).
Ji gundê Avraz jî, Mihyedîn Mistefa Qere (35), Emînbe Mehmo Xelof (40), Mehmûd Mehmo Xelof (32) û Salih Mehmo Xelof (37).
Ji gundê Şexkêlê; Mistefa Eşref Hemoş (40) û Îbrahîm Ebdo Hemoş (40).
Ji gundê Şarê yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê jî Şehat Dayan Osê bi êşkenceya ku çeteya jiyana xwe ji dest da.