Dewleta Tirk êrişî gundekî Til Rifetê kir: Ciwanek hate qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êriş bir ser gundekî navçeya Til Rifetê. Di encamê de ciwanek hate qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êriş bir ser gundekî navçeya Til Rifetê. Di encamê de ciwanek hate qetilkirin.
Êrişa bi balafireke bêmirov a bombebarkirî li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê hate kirin.
Hate ragihandin ku di encama êrişê de Elî Ebdilelrihman ê 18 salî şehîd bû û Mihemed Mihemd Xalid jî birîndar bû.
Birîndar li Nexweşxaneya Avrînê tê dermankirin.