Dewleta Tirk êrîşî Efrîn û Şehbayê kir, şervanan bersiv dan
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî Efrîn û Şehbayê kirin. Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî Efrîn û Şehbayê kirin. Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşan.
Artêşa Tirk bi topan êrîşî gundên Meranaz û Vîlat El Qadî yên navçeya Şera, gundên Basûfanê, Beiye û Heyder ên Şêrawa kir. Şervanên YPG û YPJ'ê jî bersiv dan van êrîşên ji ji Ezaz û Keleha Semanê hatin kirin.
Çeteyên Tirkiyeyê bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî gundê Birc Silêman û Girê Barîn ên navçeya Şêrawa kirin. Çeteyan her wiha êrîşî herêma Çemê Zîlanê yê li navçeya Cindirêsê jî kirin.
BERSIV HATE DAYIN, BALAFIREKE KEŞFÊ HATE XISTIN
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, ku li bajarokê Marî, gundê Kelcebrîn û Ezazê bi cih bûne, bi çekên giran, roketan û topên hawanê êrîşî Til Midîq, Herbel, Şêx Îsa, Wehşiyê, Til Rifad û gundikê navbera gundê Dêr Cemal ê Efrînê gundê Kefîrnaya yê Şehbayê kirin. Şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşan. Hêzên Şoreşger li gundê Elqemiye yê Şehbayê balafireke keşfê ya çeteyên Tirk xistin xwarê.
Hat ragihandin, ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, xisareke mezin a madî li cih û warên gundiyan bûne.
LI SEMUQAYÊ ŞEREKÎ DIJWAR QEWIMÎ
Çeteyên dewleta Tirk duh êvarê êrîşî gundê Semuqayê kirin. Di navbera şervanên Hêzên Şoreşger û çeteyan de heta danê sibehê şer qewimî.