Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomîne

Dewleta Tirk a dagirker îro jî gelek herêmên Rojava bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker herêmên di bin Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne bi awayekî sîstematîk bombebaran dike.

Êrîş rasterast li hemberî sivîlan û binesaziyên sivîl têne kirin.

Li gorî dema herêmî saet di 15:00’an de gundên Seyda û Xalidiyê yên Eyn Îsayê û rêya M4 hatin bombekirin.

Derdora saet 13:00’an de gundê Benê ya Şêrawayê bi obusan hate bombekirin. Nêzî 30 topên obusan li gund ketin. Her wiha gundê Soxanekê jî bi balafira bêmirov a bi çek hate bombekirin.