Dewleta Tirk êrişê dibe ser jîngehên sivîl

Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser jîngehên sivîl ên Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser jîngehên sivîl ên Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê.

16'ê Tebaxê dewleta Tirk bi balafiran êriş anîbû ser Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, her wiha bi obûs û hawanan êrîş bire ser gundên Eyn Îsa û Minbicê.

Li ser xeta Eyn Îsa rêya M4'ê û gundên Mieleq, Seyda, Dibis, Hşan û Xalidiyê bi rojan e ji hêla dewleta Tirk a mêtinger ve tê bombekirin.

Bejahiya Minbicê ev bi hefteyan e bi domdarî tê bombekirin.

Xasma gundên bakur û rojhilat Seyada, El Camûsiyê, Mezraet el Dilwan, Yasîn el Ereb, Qirt Wêran, Girhutuk, , El bû Heyc, Um Edese, Kawiklî, El Boxaz, El Yalani, Toxar, Erîma, Hoşeriyê, Um Miclud, Dendenliyê, Mezraet El Fawaris û El Fazris dibe hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Vê hefteya dawî dewleta Tirk a dagirker bi kêmanî 211 obûs û hawan avêtin van deran. Di êrişên dewleta Tirk de ziyan giha ser gelek mal, baxçe û erdên çandiniyê.