Dewleta Tirk êriş bir ser Minbic û Babê

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbic û Babê barand.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê got, dewleta Tirk a dagirker doh bi şev saet di 11:00 de ji baregeha Şêx Nasir, gundên El-Seyada û Yalinlî yên li bakur rojavayê Minbicê û bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê kirin hedef.

Meclîsê diyar kir ku hêzên wan bersiva jêderên êrişan dane û di encamê de şer bi çekên giran û navîn di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû daye. Çeteyan gundên Kur Hedok, Kawûklî û El-Bûweyhec ên li rojhilatê Babê kirin hedef.

Di 20'ê Çileyê de çeteyan êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir. Piştî wê bi rojekê, dewleta Tirk a dagirker wesayiteke leşkerî ya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ku diçû piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kiribû hedef.

Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker wesayiteke YBŞ'ê kir hedef.

Di 22'ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî Eyn Îsayê topbaran kir. Lê QSD'ê ew êriş şikand.