Dewleta Tirk embara genim a jê vekişiyabû ji nû ve dagir kir
Dewleta Tirk a dagirker, embara genim a Şergirakê ku beriya niha jê vekişiyabû ji nû ve dagir kir.
Dewleta Tirk a dagirker, embara genim a Şergirakê ku beriya niha jê vekişiyabû ji nû ve dagir kir.
Embara genim a Şergirakê li ser rêya M4 a navneteweyî ye. Di encama lihevkirina navbera hêzên Tirk û Rûs de diviyabû dewleta Tirk xwe nêzî vê rêyê nekiribûya.
Dewleta Tirk û çeteyên wan di çarçoveya lihevkirinê de xwe ji embara genim vekişandin, lê belê ji nû ve dagir kirin. Hate ragihandin ku dagirkeran her wiha li ser rêya M4 bendên kontrolê ava kirine.