Dewleta Tirk Efrîniyekî din bi êşkenceyê qetil kir
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sivîlekî din bi êşkenceyê hate qetilkirin.
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sivîlekî din bi êşkenceyê hate qetilkirin.
Li gorî agahiyan, Rêzan Xelîl ê ji gundê Çeqala yê navçeya Şiyê ya Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate revandin û ew xistin zindanekê.
Xelîl ê ku beriya hefteyekê hate revandin, êşkenceyeke giran lê hate kirin û piştre bi berdêla fîdye hate berdan. Lê belê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.