Dewleta Tirk du kes revandin, 12 kes sirgûnî girtîgehên cuda kirin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê du kesên din revandin û 12 kesên ku bi îllegal girtîn, sirgûnî girtîgehên cuda kirin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Efrînê welatiyê bi navê Subhî Hisên ê ji gundê Kanî Gewrik ê Efrînê, 28’ê Mijdara 2023’an li Cerablusê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin. Hat diyarkirin ku çeteyan ji bo berdana Hisên, 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestiye.

Hat ragihandin ku 3’ê Kanûnê Teşkîlata Tirk a Îstixbarata Millî li Efrînê welatiyê bi navê Henan Abidîn Hesen (38) ê ji gundê Keferdelê yê girêdayî navçeya Cindirêsê, revandine. Aqûbeta wî nayê zanîn.

Tora Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 7’ê Kanûnê ji Girtîgeha Kefercanê ya li Efrînê 12 kes ku 3 ji wan jin bûn, sirgûnî girtîgehên Tirkiyeyê hatine kirin.