‘Dewleta Tirk dixwaze endamên DAÎŞ’ê bide revandin’

Endamê Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk li derdora girtîgehan dide û dixwaze girtiyên DAÎŞ’ ê bide revandin.

Li girtîgehên ku 12 hezar endamên DAÎŞ’ê lê hene û li kampên ku 70 hezar jin û zarokên DAÎŞ’ê lê hene, dewleta Tirk 4 roj in li van deran dide. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de li derdora van girtîgehan dide. Bi êrîşên dewleta Tirk re şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê jî dest bi êrîşan kirine.

Dewleta Tirk a dagirker di roja pêşîn de li Qamişloyê li derdora Girtîgeha Çîrkînê dabû û piştre jî li derdora Girtîgeha Navkûrê dabû. Duh şev jî saet di 02.00’an de şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî li Hesekê êrîşî girtîgehê kir. Di êrîşê de xisareke maddî çêbû lê endamên DAÎŞ’ê nekarîn ji girtîgehê birevin. ANF’ê xwe gihand dîmenên ku 200 girtiyên DAÎŞ’ê lê hene.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk li derdora girtîgehan dide û dixwaze girtiyên DAÎŞ’ ê bide revandin. Endamê Rêveberiyê ji ANF’ê re axivî û got ku “3,4 roj in malbatên ji Sûriyeyê tên ber girtîgehê û zarokên xwe dixwazin. Lê zarokên wan qetlîamên mezin kirine. Ev çete gelekî xetere en. Heke ev çete birevin wekî ku me li dijî DAÎŞ’ê tu tiştek nekiribin. Ji bo me ewlekariya wan êdî gelekî bi rîsk e. Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike. Ji bo ku DAÎŞ careke din zindî nebe, diê dewleta Tirk li hemberî êrîşên dagirker helwesta xwe zelal bike.”