Dewleta Tirk di sala 2021'ê de jî komkujî kir
Sala 2021'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 sivîl hatin qetilkirin ku 5 jê zarok bûn. Her wiha 27 sivîl jî birîndar bûn.
Sala 2021'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 sivîl hatin qetilkirin ku 5 jê zarok bûn. Her wiha 27 sivîl jî birîndar bûn.
Piştî ku DYE'yê 6'ê Cotmeha 2019'an hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişand, destûr ji dewleta Tirk re hate dayin ku êrişên ji bo dagirkeriyê pêk bîne. Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Çeteyên xwe yên ji El Nûsra û DAÎŞ'ê berhev kiriye bi ser bajarên Rojava ve ajot. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî van êrişan bi rengekî mezin li ber xwe da. Di şerê 9 rojan de derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin xistin. Yên ku rê dan dewleta Tirk a dagirker ku êriş bike, ji bo hevalbendê xwe yê tengav bûye rizgar bikin, ketin nava liv û tevgerê.
Li ser vê yekê di 17'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê DYE û dewleta Tirk ve agirbestek ji bo 5 rojan hate ragihandin. Piştre jî Rûsya û dewleta Tirk 22'ê Cotmehê li ser agirbestê li hev kirin. Li gorî vê lihevkirinê polîsên leşkerî yên Rûsyyaê û muxafizên sînor ên ser bi hikumeta Şamê ya Sûriyeyê wê li ser sînor bihatina belavkirin. Lê belê beriya vê peymanê, di navbera QSD û hikumeta Şamê ya Sûriyeyê de ji bo pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, biryar hate dayin ku li Kobanê, Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî hêzên hikumeta Şamê bêne bicihkirin.
Vê peymanê du sal li pey xwe hişt û kete sala sêyemîn. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wêy ên li ser herêmê ji roja destpêkê ve qet nesekinînin.
SALA 2021'Ê HERÊMÊN KU DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ WAN KIR
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di sala dawî de êriş bir ser gundên Eyn Îsa û başûrê Girê Spî, gundên li ser xeta rêya navneteweyî ya M4. Dewleta Tirk û çeteyên wê sala dawî 523 caran êrişî vê herêmê kirin. Tevî ku herêm di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî de ye balafirên şer ên dewleta Tirk 9 caran li ser herêmê firiyan. Her wiha 233 caran jî balafirên keşfê firiyan.
Dewleta Tirk a dagirker li başûrê Girê Spî gundên Erîda, Zenûbiya, Bir Zinara Ereban û Bir Zinara Kurdan, Xirbit Beqir, Firîan, Hêmir, Qiz Elî, Leqleqo, depoya genim a Qiz Elî di nava salê de gelek caran bombebaran kir. Her wiha gundên Dibis, Xalidiyê, Hoşan, Mialeq, Mişerfe, Cehbel, Fatsa, İmil Beremîl, Sigêro, Safawiyê, Seyda ên Eyn Îsayê, rêya bejahî ya navneteweyî ya M4 û kampa Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin bombekirin.
Eyn Îsa bajarokekî ser bi navçeya Girê Spî ya Reqayê ye. Lê belê ji ber asta xwe ya cografîk ji bo herêmê cihekî stratejîk e. Ev bajarok bajarên Reqa, Minbic û Til Temirê bi hev ve girê dide. Di heman demê de rêyên diçin Kobanê û Sirînê jê derbas dibin.
Ev herêma ku rêya M4 a navneteweyî lê ye, di heman demê de bajarê Helebê bi Hesekê, Qamişlo û Til Temirê, bi deriyê sînor ê Iraqê ve girê dide.
Armanca dewleta Tirk a dagirker a ji êrişa li dijî van gundan ew e ku ji aliyekî ve vê xeta stratejîk kontrol bike, li aliyê din jî rêya navbera Kobanê, Sirînê û Eyn Îsayê bibire, ji rojhilat ve jî rêya Til Temirê yanî bi herêma Cizîrê re bi temamî qut bike. Li aliyê din dixwaze ku bajarokê Eyn Îsayê bi temamî kontrol bike.
Bi dagirkirina gundên li başûrê Girê Spî re jî dixwaze Kobanê bi temamî dorpêç bike.
ÊRIŞ BI TAYBETÎ LI DIJÎ SIVÎLAN HATIN KIRIN
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî dewam dikin. Di nava sala dawî de bi giranî êriş li ser gundan, zeviyan, mal û wargehên sivîlan hatin kirin. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan xwest ku van gundan vala bike û qada dagirkirî berfireh bike.
Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de sala 2021'ê 5 jê zarok 13 sivîl hatin qetilkirin, 27 sivîl jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de pitikên 7 mehî û yek salî, zarokên 12, 11 û 4 salî jî hene.
Sivîlên ku sala 2021'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin wiha ne: Mecîd Îbrahîm El Ewîd (35), Ronî Bakûr Mihemmed (33), Ehmed Îbrahîm El Rehîm (12), Îmen Salih El Semea (21), Mihemmed Hîmedî El Mahmud Hîmedî El Xelîl (13), Zeyd Xelef El Îsa (54), Ziyad Zeyd Xelef (12), Hûda Zeyd Xelef (9), Mûna Zeyd Xelef (7), Malîk El Mîharîb El Hemîd (25), Eydan Hemed El Îmeyrî (40), Xemûs El Piseylî (17), Mihemmed El Xinês El Cerbû (35).
Sivîlên ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn: Kusey El Hesen (23), Latif El Şedat (45), Fehet El Şewax (55), Ebilrehim Mihemmed El Hemed (12), Zehra Salih El Semea (18), Necîb Îbrahîm Hemîd (25), Emine Necib (7 mehî), Ezize Çixêdim (45), Mihemmed Hesen El Mihemmed (39), Evdilkerim Şeleş (47), Eziz Şewket Bozan (35), Sîdra Zeyd Xelef (yek salî), Xitam Hilal El Şehber (35), Mîzêr Îsmaîl El Îsa (25), Şiyar Îbrahîm El Îsa (23), Eyhem Omer Ehmed (25), Reşid Hesen El Xelef (11), Yasir Yusuf Heco (28), Zeynep Mihemmed El Şerif (30), Mihemmed Şerif El Ewed (83), Turfa Miryî Neşî (43), Mihemmed Feyz El Melfî (20), Hisên Mihemmed Ebid (20), Hafid Eli Nayîf (32), Mîmatî Ehmed Îbrahîm (28), Ebdilxenîn Mûsa El Debûl (21), Lokman Feysal Sûphî (20).