Dewleta Tirk di 15 rojan de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 15 rojên dawîn de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 15 rojên dawîn de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên li ser wan ên 15 rojên dawîn eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, sala borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû hevpeymanên navdewletî û herêmî binpê kirin û bi êrişên xwe gelek sûc kirin û di 15 rojên destpêkê yên 2022’yan de jî ji êrişkariya xwe gav paş de neavêtiye. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî sûd wergirt û di van 15 rojan de bi firsendekê li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, rêya M4 a navneteweyî, Til Temir û Dirbêsiyê êriş pêk anîn. Ji bo ku êrişên xwe yên li ser herêmê rewa nîşan bide, bi îdiayên wekî gelek şervanên me şehîd xistine, xwest raya giştî qanih bike. Lê berovajî wê bîlançoya li jêr xuya dike ku êrişên wê yên li hember welatiyên me pêk anîne, li herêmê rê ji tevliheviyê, qirkirinê û zindîkirina DAIŞ’ê re vedike û ev bi eşkera li ber çavan e.
Encamên êrişên dagirkeriyê yên 15 rojên sala 2022’an wisa ye
KOBANÊ
Balafirên keşfê 20 caran li asîmanên Kobanê û 4 caran jî di navbera Kobanê û Sirînê de geriyane.
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Kobanê û gundên derdora wê de, 5 ji wan giran, 12 welatî birîndar bûne. Di demên cuda de gundê Qeremoxê ku dikeve rojhilatê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin. Di wê topbaranê de 3 jin û zarokek birîndar bûn. Her wiha kalekî ji vî gundê jî di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de; gundên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî û Gultepe topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû û 11 sivîl jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarokekî lingekî wî qut bûye, heye. Serfermandariya dewleta Tirk ev geşedanên bi giştî qewimîne, bi şiklekî derew û şerekî taybet wekî ku 12 şervanên me şehîd xistine, ji çapemenî û raya giştî re par ve kiribû.
Dîsa li gundê Qeremoxê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi suîkastê 2 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
GIRÊ SPÎ
Gundên dikevin rojavayê Girê Spî jî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin. Gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer 3 caran û gundê Golteb jî 6 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Bîr Nasir jî bi dehan caran rastî êrişên topbarana hewanan hat. Her wiha gundên Silêbî, Bîr Xat, Um Huwêyş, Xirbet Faris, Serzûrî, Huriye, Mixtariyê û El-Suwan bi awayekî dijwar bi obus û hewanan topbaran kirin. Gundê Cirin 3 caran bi hewanan û 2 caran bi moşekan, gundê Zenûbiya 3 caran û gundê El-Erîda jî 2 caran bi hewanan bûn hedef. Di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû û ziyanên mezin ên maddî dan gundan.
EYN ÎSA
Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa yê milê rojava û rojhilat bi obus, hewan û guleyên tankan kirin hedef. Gundên Hoşan û Xalidiyê ku dikevin rojavayê Eyn Îsayê bi obus, hewan û guleyên tankan bûn hedef. Di encama bombaranê de 3 sivîl birîndar bûn. Li gundê Sefawiyê û Fatsayê jî 11 guleyên hewanan ketin. Dîsa bi obusan êriş birin ser gundê Mişêrfa yê li ser rêya M4 e û dikeve rojhilatê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsayê.
TIL TEMIR
Gundên li ser xeta Til Temir û Zirganê bûn hedefa obusên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Bi topên hewanan bi dijwarî gundên Um El Kêf, Til Kîfçî, Til Tewîl, Til Cûma û Til Şenan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Dirdara 6, gundê Um El Kêf 32, El Ebûş 9, Til Şenan 2, gundê Kozeliyê û Til Tewîl 10 û gundê Til Cûma jî bi 3 guleyên obusan hatin topbarankirin. Li piraniya gundan ziyanên maddî çêbûne.
ZIRGAN
Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi guleyên obusan li navenda navçeya Zirganê xistin û bi obus û hewanan êriş birin ser gundên girêdayî Zirganê; Esediyê, Nîwîhat, Til El Werd û Til Şeîr.
Dîsa li ser xeta Til Temir û Zirganê balafirên keşfê çend rojan digeriyan.
MINBIC
Li asîmanê Minbicê gera balafirên keşfê dem bi dem berdewam kir û di encama lêdana balafireke keşfê ya dron de, sivîlek birîndar bû.
TIL RIFET
Til Rifetê û derdora wê bi topên obusan hat topbarankirin.
ŞEHBA
Gundên girêdayî herêma Şehbayê û gundên girêdayê Efrînê, bi obus û hewanan bûn hedef. Li gundê Eyn Deqnê 6, Til Madîqê 4, Hirbilê 4, Minixê 2, Şiwarika 7 û bendava Şehbayê 4 guleyên obusê lê ketin. Dîsa li ser gundên Belûniyê û Şêx Îsa hem bi topbarana hewanan çêbû hem jî 10 guleyên obusê avêtin van gundan.
Gundên Maranez û Malîkiyê yê li ser navçeya Şera ya Efrînê 9 guleyên obusê û 6 guleyên obusê avêtin gundê Îrşadiyê. Dîsa 30 topên hewanê avêtin gundê Soxanekê yê girêdayî Şêrawa.
Di vê herêmê de girêdayî êrişên topbarana dewleta Tirk a dagirker balafirên keşfê jî qederekê geriyan.
Artêşa Tirk a dagirker ji xeta Şehbayê heta Zirganê di kêleka van êrişan bi sedan caran bi çekên giran êriş kiriye.
Di van 15 rojan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê;
Li zêdetirî 225 caran bi hewan, obus û bi tankan êriş kiriye. Di encama van êrişan de 31 welatiyên me birîndar bûne. Welatiyekî me jî jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihên ku di tu rewşan de nabin hedef, dike hedef. Mizgefta li gundê Zirganê ji aliyê dagirkeran ve bû hedef.”