Dewleta Tirk derî li sînor çêdike

Dewleta Tirk li ser sînorê navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê derî çêdike. Gel nikare xwe nêzî sînor bike.

Dewleta Tirk a dagirker, li ser sînorê Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê 2 blokên beton rakir ku her yeka wan b 3 metreyî dirêj e.

Cihê ku blokên beton ji aliyê dewleta dagirker ve hate rakirin li pêşberî gundê Zorava yê li bakurrojavayê Tirbespiyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker li cihê ku blokên beton rakir derî çêdike.

Gundiyên Zorava dibêjin, piştî ku dewleta Tirk yekser êrişî sivîlan kir ew nikarin xwe nêzî sînor bikin.