Dewleta Tirk bombe li warê sivîlan barand

Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker warekî sivîlan bombeberan kir.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşê de herêma gundê Dîgûrê ya navçeya Tirbêspiyê kiriye hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Êrîşên hêzên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî  herêmên Bakur Rojhilatê  Sûriyê didomin. Beriya niha bi çend kêliyan bi firokeya bêpîlot nuqteyeke leşkerî ya kevn a li nêzî gundê Dîgûrê ya navçeya Tirbespiyê kirin hedef. QSD ji vir vekişiyabû û ev der jîngeha sivîlan e.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Gelek sivîlên ku nêzî malên hatine bombebaran kirin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.”