Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand

Dewleta Tirk a dagirker, gundekî kantona Şehbayê û bendava Şehbayê bombe kir.

Êrişê li gorî dema herêmî saet di 13:40'î de dest pê kir. Dewleta Tirk êriş bir ser gundê Şamûqa yê Şehbayê û bendava Şehbayê.

Bi êrişên li ser Eyn Îsa û Til Temirê re êrişên li hemberî Şehbayê jî dema dawî zêde bûn.

Beriya du rojan jî bombe li navçeya Til Rifatê hatibû barandin.

Di 14'ê Çileyê de gundên Til Temirê û di 12'ê Çileyê de jî Eyn Îsa ji sê baskan ve hatin bombekirin.

Dewleta Tirk hema her roj êrişê dibe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.