Dewleta Tirk bi çekên qedexe êrîş anî ser Eyn Îsa
Dewleta Tirk a dagirker çeka qedexekirî bombeya mîsketê avête Eyn Îsa.
Dewleta Tirk a dagirker çeka qedexekirî bombeya mîsketê avête Eyn Îsa.
Jêderên xwecih ragihandin dewleta Tirk a dagirker gundê Hoşanê, rêya M4'ê û stesyona bêhnvednaê ya Seqirê ya li rojavayê Eyn Îsa bombe kiriye.
Diyar bû ku di êrîşê de ya ku bombeya mîsketê hatiye bikaranîn sivîlek birîndar bûye.
Dewleta Tirk hema hema her roj êrîşên terorî ku dikevin nav çarçoweya sûcên şer tîne ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û jîgehên sivîl bombe dike.