Dewleta Tirk bi balafira bêmirov a biçek êrişî gundekî Tirbespiyê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek êriş bir ser gundê Digurê yê navçeya Tirbespiyê.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek êriş bir ser gundê Digurê yê navçeya Tirbespiyê.
Li gorî agahiyan êriş saet di 13:50'î de pêk hat. Êrişa bi balafira bêmirov a bi çek li gundê Digurê yê navçeya Tirbespiyê hate kirin. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber êrişê xisara madî rû da. Agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.