Di vê demê de ku dewleta Tirk amadekariyan dike leşker û çeteyan derbasî Lîbyayê bike, li Ezazê balafirên 'nediyar' bombe li girtîgeheke DAÎŞ'î lê ne bombe barandin û tê gotin ku gelek çete reviyane.
Hate îdîakirin ku balafirên "nasnameya wan nediyar" îro bombe li girtîgeha li gundê Sîcco yê Ezazê barandin ku DAÎŞ'î lê ne.
Hate îdîakirin ku piştî bûyerê gelek çete 'reviyan'.
Gundê Sîcco yê Ezazê devereke ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ji aliyê îstîxbarata Tirk ve weke baregehekê tê bikaranîn.
Di van rojan de ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku leşkeran û çeteyan bişîne Lîbyayê, ev bûyer weke 'bûyereke ku dema wê manîdar e' balê dikişîne ser xwe.