Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Til Temir, Şêrawa û Şerayê barand

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişî gundên Til Cûma û Til Şemran ên Til Temirê û gundên navçeyên Şera û Şêrawayê kirin.

Piştî bombekirina gundê Til Cûma, dewleta Tirk bombardûmaneke giran li ser gundê Til Şemranê yê Til Temirê kir ku şêniyên xwe Asûrî ye.

Êriş bi hawan û obusan hate kirin, lê li ser encamê agahî bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa û gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera yên Efrînê barand.

Li gel bombardûmanê balafirên keşfê jî li ser herêmê geriyan.