Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Li gorî dema herêmê, dewleta Tirk a dagirker saet di 11:00 de bombe li gundê Benê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Têkildarî encamên êrişê agahî bi dest neketin.
Serê sibehê saet di 08:20'î de jî bombardûmaneke giran li navçeya Til Rifetê û gundê Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê kiribû.