Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker, gelek gundên li herêma Şehbayê bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker, gelek gundên li herêma Şehbayê bombe kirin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, bi dema herêmê saet di 12:00 de dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Samûqa û Um El Qûra û bendava Şehbayê yên li herêma Şehbayê bi giranî bombe kirin.
Hate ragihandin ku herî kêm 20 fîşekên obusê li herêmê ketine. Ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat, lê xisara madî li herêmê bû.
Gundên Şehbayê di 1'ê Sibatê de jî li gel êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê hatibûn bombekirin. Êriş li ser gundên Şêx Îsa û Hirbilê û Bendava Şehbayê hatibû kirin.