Dewleta Tirk Şerawa û Şerayê bomberdûman dike: Zarokek hate qetilkirin
Dewleta Tirk gundên Şerawa û Şerayê yê Efrînê bomberdûman dike. Hate diyarkirin ku di êrîşan de zarokek jî hatiye qetilkirin.
Dewleta Tirk gundên Şerawa û Şerayê yê Efrînê bomberdûman dike. Hate diyarkirin ku di êrîşan de zarokek jî hatiye qetilkirin.
Dewleta Tirk bi çekên giran gundên Şerawa û Şerayê yê Efrînê bomberdûman dike. Gundên Suxonekê, Benê yên Şerewa û gundê Şiwarqa yê Şerayê tê bomberdûmankirin. Hate diyarkirin bomberdûman hê jî didome û di êrîşê de 30 topên obusê li gund ketine û li gundê Tibinê yê Şerayê 3 sivîl birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku agir bi malên gel ketiye û zarokekî 13 salî di êrîşan de hatiye qetilkirin.
Hate diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneya li bajarokê Zehrayê.