Dewleta Tirk 700 darên din ên zeytûnê birî

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê nêzî 700 darên din ên zeytûnê birî.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, çeteyên Feyleq El Şam ên Enqereyê, nêzî 700 darên din ên zeytûnê birîn ji bo weke qurmik û êzingan bifiroşin.

Hate ragihandin ku ji darên hatine birîn 250 jê yên kesê bi navê Ebûd Bekir e.

Dehlên Ebûd Bekir ê ji darên zeytûnê li ser rêya Kefer Nebo-Birc Heyder a li Şêrawa ye.

BI SED HEZARAN DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN BIRÎN, YAN JÎ ŞEWITANDIN

Dewleta Tirk ku sala 2018'an Efrîn dagir kir, li vê herêmê rejîmeke ji teror û talanê ava kir. Li gel firotina zeytûn û zeyta herêmê li bazara navneteweyî, her wiha bi hezaran dar birîn û birin Tirkiyeyê yan jî li qadên dagirkirî firotin.

Li gorî rapora 30'ê Kanûna 2021'ê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di nava çar salan de 333 hezar û 900 darên zeytûnê û darên li qadên daristanî hatin birîn. 12 hezar darên zeytûnê û darên ji cûreyên cuda hatin şewitandin.