'Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi derfetên NATO'yê êrişî QSD'ê dike'

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, "Hikumeta AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê stratejiyeke cîhadîst ava kiriye û bi rêya vê yekê şantajê li welatên Ewropayê dike."

Berdevkê YPG'ê Nûrî mehmûd êrişên dewleta Tirk ên li ser gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, Şengal û Şehbayê ku rojên dawî zêde bûne, ji ANF'ê re nirxand.

'BI PÊŞENGIYA GELÊ KURD PROJEYA DEMOKRATÎK HATE AFIRANDIN'

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya gelê Kurd gavek hate avêtin û got, "Bi vê pêşengiyê hem gelê herêmê hem jî gelê Kurd bi rola xwe rabûn. Projeyeke demokratîk afirandin ku ji bo vê herêmê tiştekî nû ye. Dewleta Tirk a ku li ser esasên şovenîzm û nijadperestiyê ava bûye, di serî de neteweya Kurd nasname, h ebûn û çanda neteweyan hemûyan her tim ji bo xwe weke metirsiyê dîtiye. Ji ber vê yekê jî êrişî Efrîn, Şehba, Til Temir, Eyn Îsa û Şengalê dike ya ku modela Rojava ji xwe re kiriye esas. Mejiyê dewleta Tirk ev e. Zîhniyeta Îslamê ya siyasî ku AKP bi salên dawî bi vê yekê tevdigere, bi faşîzma MHP'ê re bû yek û li ser vê bingehê polîtîkayên welê meşand ku li berjewendiyên gelên herêmê, Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî nayê. Ev desthilatdarî bi ti pîvan, tifaq û qanûnan ne girêdayî ye. Erdogan tevî Bahçelî hewl dide dîktatoriyê ava bike."

'BI DERFETÊN NATO'YÊ ARTÊŞEKE JI ÇETEYAN AVA KIRIYE'

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Nûrî Mehmûd got "Artêşa Tirk ji Yekîtiya Ewropayê, ji NATO'yê piştgiriyê werdigire. Lê belê van derfetan li dijî gelên herêmê yên ku dixwazin bi rengekî bi rûmet, azad û demokratîk bijîn bi kar tîne. Dewleta Tirk ji valahiya navbera hêzên navneteweyî sûdê werdigire."

Nûrî Mehmûd ragihand ku desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî polîtîkayê dimeşîne û got, "Ji bo vê yekê bike jî li pey avakirina artêşeke cuda ye. Ev artêş jî artêşa çeteyan e. Bi derfetên NATO'yê hatiye avakirin. Bi derfetên NATO'yê piştgiriyê dide Cebhet El Nûsra, El Qaîde, Îxwani Muslimîn. Ji Efganistanê jî mirovan tîne. Tirkiye bi vê siyasetê ne tenê li Tirkiyeyê her wiha demografiya herêmê diguherîne."

Têkildarî bêdengiya hêzên garantor li pêşberî êrişên dewleta Tirk, Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ev nirxandin kir:

'DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê BI DERFETÊN NATO'YÊ ÊRIŞÎ QSD'Ê DIKE'

"Bi garantoriya Rûsya û DYE'yê gavên mezin bi desthilatdariya dewleta Tirk dan avêtin. Tevî ku DYE'yê gelek caran ji raya giştî re ragihandiye ku 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê dijî terora DAÎŞ'ê de tifaqa me ye' Tirkiye bi hêsanî êrişî vê hêzê dike. Di serî de DYE û Rûsya tevî ku welatên di nava koalîsyonê de û cîhanê tev nîşan daye ku bi QSD'ê re dixebitin, em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi derfetên NATO'yê êrişî QSD'ê dike. DYE, Rûsya û welatên di nava koalîsyonê de ne, her wiha NATO bi xwe li ber van êrişên Tirkiyeyê dengê xwe nakin. Hikumeta AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê stratejiyeke cîhadîst ava kiriye û şantajê li welatên Ewropayê dike. Lawaziya hikumetên li Ewropa, Emerîka û Asyayê dibe sedem ku çavên xwe li desthilatdariya Tirk bigirin. Ya rast, qanûn û biryarên xwe bi cih nînin. Li dijî Tirkiyeyê tifaqên xwe naxin nava liv û tevgerê.

Tirkiyeyê li dijî NATO'yê, artêşeke NATO'yê xistiye xizmeta DAÎŞ'ê, Îxwanî Muslimîn û El Qaîdeyê. Hebûna Emerîka û Rûsyayê ya li herêmê li berjewendiyê hikumeta heyî ye. Rûsya û Emerîka tevî ku tifaqeke navneteweyî ne, li gorî xalên 1, 2 û 3'ê yên têkildarî garantoriya wan a li herêmê, divê Tirkiye tevbigere. Lê belê em dibînin ku Tirkiye qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, bi balafiran êriş dike. Weke ku tê zanîn balafir û teknîka li Tirkiyeyê ji teknolojiya pêşketî ya NATO'yê ye. Her wiha komên çete, El Qaîde û DAÎŞ'ê li wir bi rêxistin dike. Ji xwe Erdogan demekê ev yek weke 'Artêşa Mûhammed' pênase kiribû. Ti eleqeya van bi 'Artêşa Mûhammed' re nîne. Erdogan îro jî van koman bi rengekî eşkere bi kar tîne. Lê belê derfetên ku dide van koman derfetên NATO, Ewropa û Emerîkayê ye. Erdogan bi navê dewletbûna Tirkiyeyê artêşeke wiha ava dike. Bi qîrîna dirûşmên Îslamê, Îslama siyasî ya dûrî Îslama rasteqîn bi kar tîne. Bi heman rengî koman ava dike û dide êrişkirin. Li gel van hemûyan bêdengiyeke mezin heye. Bi heman rengî dozên dost û muxalîf ên Emerîka û Rûsyayê hene ku dane QSD'ê, hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê li hemberî bêedaletiya dewleta Tirk ti ji wan sekneke rast nîşan nedane, nîşan nadin.

Bi navê YPG'ê bêguman em timî dibêjin ku divê Emerîka û Rûsya li ser 'xalên ku di navbera QSD û Tirkiyeyê de hatine diyarkirin bisekinin'. Divê alî li ser êrişên dewleta Tirk nîqaşan bikin ku her roj li pêş çavên tevahiya cîhanê êrişî herêmê dike. Emerîka û Rûsya li gorî pîvanên garantoriyê tevnagerin, têkildarî vê yekê tiştekî nabêjin."

Nûrî Mehmûd diyar kir ku herdu welatên garantor Rûsya û DYE bi vê nêzîkatiyê prestîja xwe winda dikin û got, "Şehadeta 3 jinan li Kobanê, şehadeta fermandariya me ya li Til Temirê, êrişên korsan ên li Şengalê û li ser rêya Alîfero nîşan didin ku ev nêzîkatî nêzîkatiyeke leşkerî ye ku ji hev cuda nîne... Ev hemû bi navê NATO'yê tênekirin. Dewleta Tirk bi navê NATO'yê van dike. Ev yek li dijî pîvanên NATO'yê ne. Yên li Kobanê hatin qetilkirin 3 jin ên sivîl bûn, li Eyn Îsayê zarok şehîd xistin, li Zirganê, li Til Temirê êrişî sivîlan kirin."

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd anî ziman ku piştî têkbirina DAÎŞ'ê diviyabû li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bihata afirandin û wiha dewam kir, "Li gel hevdîtinên li Cenevre, Astana û Soçiyê herta niha çareseriyek nehatiye peydakirin. Lê belê em dibînin ku meseleya çareseriyê ya li Sûriyeyê salên dawî ji destê Sûriyeyiyan derketiye û ketiye destê desthilatdariya AKP-MHP'ê. Komên çete yên li herêmên dagirkirî li gel Erdogan dixebitin û ji raya giştî ya navneteweyî re dibêjin, 'Em amade ne biçin Lîbyayê, biçin Ermenistanê, nizanim li ku deverê şer bike'.

'KIRYARÊN TIRKIYEYÊ JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN METIRSIYEKE MEZIN E'

Li pêş çavên tevahiya cîhanê li wan herêman Xîlafeta Osmanî tê meşandin. Ji ber bandora van hemûyan çareserî pêk nayê. Li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryanî, baweriyên Misilman, Xiristiyan, Êzidî bi hêsanî bi hev re dijîn.

Li şehîdgehan şehîdên ji her ziman û her olî hene. Gelo bêyî gelên Sûriyeyê li Sûriyeyê çareseriyek pêkane? Dewleta Tirk û komên çete, Sûriyeyê ji çareseriyê vedigirin. Divê civaka navneteweyî vê rastiyê bibîne."

Nûrî Mehmûd êrişên dewleta Tirk ne tenê bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev êriş wê bandorê li wan welatan jî bike ku niha ji nedîtî ve tên û got, "Wê bandorê li xelkê van welatan bike. Kiryarên Tirkiyeyê ne tenê ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e. Ev yek ne tenê meseleya Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê ye, meseleyeke navneteweyî ye."