BI DÎMEN

Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan li dijî biryara qutkirina avê daxuyanî da

Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a Şehbayê li dijî biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê daxuyaniyek da û got: “Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku zextê li UNICEF’ê bikin da ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember vî gelî pêk bîne.”

Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a Şehbayê li dijî biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê daxuyanek da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilizî hate dayîn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Piştî derbasbûna şeş salan ji koçberkirina bi darê zorê ya gelên Efrînê ji herêmên xwe ber bi herêma Şehba ve, gel di warê madî û manewî de li hemberî dijminê hov hê jî bedelên giran dide. Ev gelê dilsoz bi sekin û têkoşîn, tevî hemû êş û karesatan li ber xwe da. Em ji ber biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê li ser gelê me yên li kampan, matmayî ne. Weke desteya rêveberiya herêmî û bi navê gelê me yên li kampan em vê biryarê şermezar dikin. Ev biryar tenê tişta ku dewleta Tirk a faşîst bi qutkirina avê li ser gelê me yê Hesekê pêk anî, tîne bîra me û biryara UNICEF'ê jî piştgirî dide van polîtîkayan.

Ji ber vê yekê em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku biryarên bi vî rengî ji nû ve li ber çavan re derbas bikin û zextê li UNICEF bikin da ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember vî gelî pêk bîne.”