Desteya Parastinê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê, nasnameya şervanê Hêzên Xweparastinê ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker ya li ser Kantona Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke bêhempa didin meşandin û hat gotin ku di encamê de şervanê Hêzên Xweparastinê Texter Qetlo di 24′ê Tîrmehê de şehîd bûye

Desteya parastinê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina Rojava-Bakurê Sûriyê ya ji terorê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê wiha ye:

Nav û paşnav: Texter Qetlo

Navê dayîkê: Fatma

Navê  bav: Cûma

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Şêrawa/1994

Dîroka tevlêbûnê: 15.10.2016

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn/ 24.07.2017