Derwêş: Li dijî dagirkeriyê helwesta me yekîtiya netewî ye

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwêş got, ''Bi yekîtiya netewî ya Kurd, bi yek helwestê em dikarin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.''

Derwêş got li dijî dagirkeriyê çareserî avakirina yekîtiya netewî û pê re jiholêrakirina talokeyên li ser Kurdistanê ye. Derwêş diyar kir êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Bakur Rojhilatê Sûriyê ye û got, ''Beriya niha jî me rêxistinên Kurdan bang kir, ji bo yekîtiya netewî em bibin yek deng û xwedî yek helwestî. Bi vê yekîtiyê û yek helwestê em dikarin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.''

Endamê Komîteya Navendî ya P.D.P.K.S ji ANF'ê re axivî.

Derwêş êrîşên dagirker ên li ser Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xist û got, ''Armanca wan ew e ku Kurdan ji xaka wan bikin û guherîna demografîk pêk bînin'' û domand, ''Ya ku dewleta Tirk li herêmê dike êrîşên dagirker in û tê xwestin ku ev dagirkerî bidome. Erdogan dixwaze Rojava dagirker bike û her wiha heta bi Başûrê KurdistanÊ, Şengalê, Başîkayê û Mûsilê dixwaze dagir bike. Ev plansaziya dagirkeriyê ya dewleta Osmanî ya berê ye. Dixwazin Osmaniya berê bidin jiyîn.''

EM LI SER XAKA XWE DIJIYAN

Derwêş got endamên QSD, YPG YPJ Û hêzên Asayişê zarên gel in, êrîşên DAÎŞ'ê û komên din ên çeteyan wan şikandine, bi şikandina êrîşên DAÎŞ'ê û komên çete re bi aramî jiyane û got, ''Lê dagirkeriya Tirk a li ser herêmê bêaramî bi xwe re anî. Armanca dagirkeriyê guherandina demografîk û qirkirina Kurdan e. Diwazin Kurdan koçber bikin û kesên ku dixwazin li ser xaka Kurdan bi cih bikin.''

Derwêş got Erdogan ji Xûms, Heleb, Şam û deverên din kesan tîne û wan li ser bajarên wan bi cih dike. Derwêş got, ''Erdogan dibêje ew herême azad dikin û gelê ku li kampan dibîne dişîne. Erdogan ji kê azad dike? Yên ku li wir dijiyan gelê herêmê bû. Gelê Serêkaniyê û Girê Spî li ser xaka xwe dijiya. Xaka me qadên ewle bûn. Talokeya ku beriya niha me gotî heye. Ji ber vê divê em yek deng û yek helwest bin.''

ÊRÎŞÊN KU TÊNE KIRIN BI TEMAMÎ DAGIRKERÎ YE

Derwêş got,''Li dijî planên ku Erdogan dixwaze li ser herêmê pêk bîne, hek em bibin yek em dikarin rawestînin'' û domand, ''Em bi temamî nizanin bê ka çi berjewendiya Emerîka, Rûsya, Tirkiyê û rejîmê heye lê li vir a girîng yekîtiya netewî ye. Divê em nîqaş bikin bê ka em êrîşên li ser gel û komkujiyan çawa dikarin bi dawî bikin. Bi hezaran kes li kampan û dibistanan dijîn. Em ji vî gelî re ku bi zorê ji xaka xwe hatiye kirin çareseriyekê bibînin.''

Derwêş her wiha got, ''Xwediyên rastîn ên xakê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ji darê zorê ji ser xaka xwe hate koçberkirin û got, ''Êrîşên ku têne kirin bi temamî dagirkerî ye.''

Derwêş diyar kir armanca Erogan ew e ku Rojava dagir bike û domand, ''Her wiha armanceke dî jî ew e ku gelê Kurd ê Bakur û Rojava ji hev qut bike. Bi vê sedemê dîwar hatine danîn. Berê Kurdistan 4 parçe bû niha dixwazin zêdetir parçe bikin û Kurdan ji xaka wan qut bikin.''

DIVÊ EM PIŞTEVANÊ HEV BIN

Derwêş herî dawî got di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku tevger û rêxistinên Kurd bi yek helwest, yek rengî bin. Derwêş got, ''Çi taloke hebe hebe bila hebe divê em tim piştevanê hev bin. Bi vî rengî em ê nîşanî raya giştî û gefên ku têne ser me yekîtiya xwe nîşan bidin. Em yekîtiya netewî dixwazin. Beriya niha Hemîd Hecî Derwêş jî bang li raya giştî kiribû.

Tişta ku her carê dianî ser zimên em li gel hev rûnin û çareseriyê bînin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê. ''

Derwêş got, ''Em nikarin di bin banê yek partiyê de kom bibin lê em dikarin tifaqê di navbeyna xwe de çêbikin. Ji kîjan parçeyî dibe bila bibe em hazir in ku tevlê hemû bername û bangên ji bo yekîtiya netewî ya Kurd bibin. Me li ser vê xalê bang jî kiribû. Niha jî em bi xurtî tevlî nav wan civînan dibin ku PYD pêk tîne û bnaga me ew e ku bi helwesteke hevpar û bi gotineke hevpar yekîtiya netewî ya Kurd were avakirin.''