Derhênerê Elman Ott: Modela Rojava bedew û bi bandor e

Derhêner û fîlmçêker Peter Ott ku di nava heyeta ji 11 kesî de cih girt ku ji Elmanya çû Rojava, got "Berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn gelekî girîng e ku li Rojava bertîl nîne. Modela civaka demokratîk a li Rojava bedew e."

Heyetek ji Elmanyayê ku parlamenter, akademîsyen û rojnamevan jî di nav de ne, ji roja Duşemê ve li Rojava hevdîtinan dike. Heyeta ku pêr li Qamişloyê bi rayedarên Kantona Cizîrê re rûniştin, piştî Kobanê berê xwe dan Amûdê û Minbicê.

Heyeta Elman wê hefteyekê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bimîne. Heyet dixwaze Efrîniyan jî bibîne ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Kampa Penaberan a Şehbayê ne. Endamê heyetê derhêner û fîlmçêker Peter Ott got, ew li bendê ne ku ji bo Şehbayê destûr ji wan re bê dayin.

Ott li ser serdana heyetê û çavdêriyên xwe ji servîsa Elmanî ya ANF'ê re axivî û got, "Hêvîdar im wê rejîma Esad destûrê bide ji bo em derbasî herêma Şehbayê bibin." Ott her wiha derhêner û senarîstê fîlmê bi navê "Das Milan-Protokol" e ku qala têkoşîna YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê dike. Fîlm destpêka vê salê li Elmanyayê kete vîzyonê.

Peter Ott got, "Bêguman ji bo ger û guhdarîkirina li tecrûbeyên li vê derê, hefteyek demeke kin e. Di vê demê de me tenê hin tecrûbeyên giştî girtin. Lê divê vê yekê bêjim; xwerêveberiya li ser bingeha nirxên demokratîk û wekheviya jin-mêr gelekî bedew û bi bandor e.

Ji ber du sedeman ez vê yekê dibêjim. Ya yekemîn; ev model li herêmekê tê avakirin û şer lê diqewime. Ya duyemîn; kêmasî timî tên çareserkirin, yanî modeleke ku timî xwe nû dike. Nuqteyeke din jî ew e ku berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn, li vê derê bertîl nîne. Ez bûm heyranê vê yekê."

Derhêner Ott diyar kir ku wî xwestiye, di demekê de ku sîstema kapîtalîst serdest e, modela jiyan û rêveberiya alternatîf a li Rojhilata Navîn bi çavên xwe bibîne û got, "Ev projeya dîrokî bala min dikişîne. Û gelekî kêfxweş im ku niha firsend bi destê min ketiye ku dibînim."

Derhêner û fîlmçêker Ott destnîşan kir ku piştî vegeriya Elmanyayê wê tecrûbeyên xwe yên li Rojava bi çalakî, rê û rêbazên cuda vebêje û got, "Ez vê gerê weke lêgerîna li projeyên nû dibînim." Peter Ott herî dawî diyar kir, gelek tişt hene ku entelektuelên li Elmanyayê dikarin ji Rojava hîn bibin.

Endamekî din ê heyetê, rêveberê Partiya Çep Jan van Aken jî doh bi daxuyaniyekê bi bîr xistibû ku ew sala 2014'an jî hatibû serdana Rojava û di navbera rewşa wê wextê û ya îro de cudahiyeke mezin heye. Aken bal kişand ser bîrên petrolê yên dixebitin û pêşketina li qada çandiniyê û got, divê Rojava hîn bêhtir bikeve rojeva Elmanyayê.