Derdora Sînaayê hate kontrolkirin, gelek girtiyên DAÎŞ'î teslîm bûn

Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora Girtîgeha Sînaayê ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê kontrol kirin. Gelek girtiyên DAÎŞ'î jî teslîm bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonên li dijî şaneyên DAÎŞ'ê dewam dikin.

Ji êrişên 20'ê Çileyê yên li ser girtîgehê û vir ve şerê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê derdora Girtîgeha Sînaayê kontrol kirine û dorpêçî jî teng kirine.

Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êvara Yekşemê û vir ve bi hoparloran banga teslîmbûnê li çeteyan dikin.

Hate ragihandin ku gelek çeteyên hewl dan birevin teslîmî QSD'ê bûne.