Depoya çekan a çeteyan li Reqayê kete destê şervanan
Şervanên QSD'ê, ku pêngava xwe ya ji bo rizgarkirina Reqayê didomînin, depoyek ji çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin.
Şervanên QSD'ê, ku pêngava xwe ya ji bo rizgarkirina Reqayê didomînin, depoyek ji çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin.
Li taxa Nehda ya li rojavayê Reqayê û taxa Endulus a li bakurê bajêr, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Operasyonên paqijkirinê yên ji aliyê şervanên QSD'ê ve tên meşandin, dewam dikin.
Di dema operasyona paqijkirinê de li taxa Hena ya li navenda bajêr, depoyeke cebilxaneya çeteyan hate bidestxistin.