Dayikên li Qamişloyê: Hûn bi tenê nînin

Dayikên Qamişloyê ku ji bo piştgiriyê bidin dayikên li dijî tecrîdê li ber xwe didin li Qamişloyê ketine greva birçîbûnê, gotin 'Hûn bi tenê nînin'.

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Lantona Cizîrê di roja 2'an de ye. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, li Parka 19'ê Tîrmehê pêk tê.

Greva birçîbûnê bi beşdariya 154 çalakgeran didome. Yek ji çalakgeran jî Hanîfa Hesen e ku kurekî wê, birayekî wê û biraziyekî wê şehîd in. Hanîfa Hesen got, "Du roj in em di greva birçîbûnê de ne. Em ji hevrêya xwe Leyla re dibêjin, 'Tu bi tenê nîne û em ê li ser şopa te bin'. Em Kurd; em ê rûnenên, nesekinin û newestin. Heta ku tecrîdkirina Rêberê me, tecrîdkirina keç û xortên me yên li zindanan bi dawî bibe, em ê li çar parçeyan ranewestin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, em yek in."

Hesen diyar kir, kêr gihîştiye qirika dayikan, dilê wan ji bo zarokên wan dişewite û got, "Ew zarok ne tenê kezeba we ye, ew kezeba me dayikên Rojavayî ne. Heta ku Rêberê me azad nebe, heta ku bêhn bê ber wan dayikan em ê nesekinin, em ê bi wan re bin."

Endama HPC-JIN û Kongreya Star Galya Suleyman jî di greva birçîbûnê de ye û got, "Çawa ku me soz dane Rêberê xwe, em ê her tim çalakiyan bikin. Çi bar bikeve ser milê me em ê bi cih bînin û heta ku Rêberê xwe azad bikin em ê çalakiyên xwe bidomînin."