Dayikeke ciwan a li nava şer: Sara Elî Xelîl

Sara Elî Xelîl dayikeke ciwan e ku çar zarokên xwe hene. 16 salên xwe yên dawî diyarî şoreşa Kurdistanê kiriye. Di şerê Kobanê de tevî hevserê xwe xizmet li eniya paş kir. Hevserê Sara Mahmût di Komkujiya Kobanê de şehîd bû..."

Sara Elî Xelîl 41 salî ye, lê li Kobanê weke 'Dayika Sara' tê naskirin. Dema ku me peyva 'Dayika Sara' bihîst em li benda dayikeke extiyar bûn. Lê dema ku me hev dît, dîtin ku di heman temenî de ne. Dayikeke ciwan e. Sara li gundê Eyn Bete yê Kobanê ji dayik dibe. 5 xwişk û 5 birayên wê hene. Piştî ku ew ji dayik bû, bar dikin navenda Kobanê. Hîn 15 salî bû weke berdêla birayê xwe hate zewicandin.

JI SALA 2003'AN HETA ROJA ÎRO...

Di temenê zarokatiya xwe de bi rêya dayik-bavê xwe şoreşgerên Kurdistanê nas kir. Dema ku zarokê wê yê herî biçûk bû 5 salî (2003) êdî bi şoreşgeran re dest bi karê rêxistinbûnê kir. Destpêkê şermokî bû. Li nava malan digeriya, ji ber ku şerm bû bûkên ciwan li nava malan bigere, li malên ku diçûk demekê qet nediaxivî. Hevalên pê re propaganda dikir. Di sala 2005'an de êdî bû yek ji wan kesên propaganda dikir. Tevlî kongreya tevgera jinê bû ku xwe bi navê Yekîtiya Star (navê xwe yê niha Kongreya Star e) bû. Sara li wir bû yek ji 8 jinên ji bo meclîsê hate hilbijartin. Ji wê rojê ve cihê xwe di nava rêxistinbûna xweser de girt. Niha jî tevlî karên Rêveberiya Xweser dibe.

'ZILMA REJÎMÊ DILSOZIYA MIN A BI ŞOREŞGERAN RE ZÊDE KIR'

Ji ber ku demeke dirêj di bin zordariya rejîmê de kar kir, me jê xwest ku qala wê demê bike. Sara got, "Jin kêm tevlî karên rêxistinbûnê dibûn. Zexteke giran a rejîmê hebû. Noker jî hebûn. Ji ber ku tevlîbûna jinan kêm bû barê me jî giran dibû. Bi rêya meş û pîrozbahiyan me dikarîbûn rêxistinbûnê bikin. Bi taybetî rêxistinbûna jinan girîng bû di van çalakiyan de. Lê belê rejîmê jî ji bo asteng bike çi jê dihat dikir. Carekê mehekê em birin Helebê û anîn. Ne girtibûn, lê belê ji bo şikandina îradeyê û sarkirina ji kar bû. Lê belê piştî wê demê dilsozî û hezkirina min a ji bo şoreşgerên Kurd zêde bû.

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ...

Heta salên 2011-2012'an heman zehmetî hatin serê me. û weke ku tê zanîn şoreşê ji Kobanê dest pê kir.

Rejîmê ji bo dejenerekirinê giranî dida ser Kobanê. Hebên narkotîkê li nava ciwanan belav dikir û piştre jî digirt. Civak tevlîhev kiribûn, bi nirxên civakê lîstibûn. Li dijî van hemûyan weke tevger me got, 'Bi navê Kurdan em ê êdî xwe bi rê ve bibin. Em ê civaka xwe bi exlaq û polîtîkaya xwe perwerde bikin'. Biryar hate dayin ku rejîm ji Kobanê bê derxistin. Bêguman tirsek hebû ku wê şerekî mezin rû bide. Lê nebû. Rejîmê hêzên xwe vekişand.

ALA KURDAN LI ROJAVA LI BA BÛ

Li girê wan navendên ku zilm û êşkenceyeke giran li Kurdan hate kirin, ala Kurdan li ba bû. Yekemcar ala me li Rojava li ba bû, bayê Rojava li ala me ket. Ji ber ku ala me ya di bin bahlîfên me de bû, ya jî em neçar diman timî li cihekî veşêrin. Yekemcar her kesî bêtirs û bi serbilindî al li ba da. Kêfxweşî û rûmeteke mezin bû.

'GIHA LI BINÊ KEVIR, DEMA KU KEVIR RABÛ ŞÎN BÛ'

Rejîmê civaka Kurd ji her alî ve fetisandibû. Wê salê civakê xwe bi rengekî azad îfade kir. Bêguman avakirinê jî dest pê kir. Me saziyên xwe çêkir, malên jinan hate vekirin. Navendên alîkariya ji bo gel hatin vekirin û alîkarî hatin belavkirin. Ji bo wan rojan dikarim bêjim, 'gîha li binê kevir dema ku kevir rabû şîn bû'.

'ME EV ROJ JÎ DÎTIN'

Yekemcar wê jin bixebitiyana, li kolanan bimeşiyan. Ev gelekî girîng bû. Mînak; ew roj gelekî cuda bû. Yerkemcar jin bi rojê li hev civiyan. Me meş kirin, dirûşma giştî jî 'azadî' bû. Her kesî dirûşma 'azadî' berz dikirin û min jî ji kêfa dirûşma 'me ev roj jî dît' qîriya.

Şoreşê nûbûnên nû bi xwe re anî. Jin ber bi navendên kar ve diherikîn, navê xwe dinivîsandin. Li her derê dixwestin bixebitin.

ME BI ZIMANÊ XWE PERWERDE KIR, YEKEMCAR LEŞKERÊN ME JI ME BÛN...

Piştî demekê gel dest bi rêveberiya xwe ya civakî, siyasî û rêxistinî kir. Dikarim bêjim ku salekê em bi xeyalên xwe jiyan. Dibistanên perwerdeiya bi Kurdiya me, ku bi salan me ji bo wê şer dikir, hatin vekirin, li bexçeyên malan. YXK ava bû. Yekemcar leşkerên me ji me bûn. Berê tenê Ereb bûn. Dema ku mirov di rê de diçûn û dihatin, heqaret li Kurdan dihate kirin. Ji bendeke kontrolê bêyî dayina pereyan em nikarîbûn derbas bibin. Bi avabûna YXK'ê re keç û xortên me bûn leşkerên me. Ev yek kêfxweşiyeke gelekî mezin bû.

'ME ŞEHÎDÊN XWE YÊN DESTPÊKÊ DAN...'

Rojek pştî salvegera destpêkê ya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, çeteyên Cephet El Nûsra bi çekên giran êriş kirin. Di destê şervanên me de jî tenê keleş hebûn. Piştre rêxistinek bi navê Cahşel Hur ava bû. Herî dawî weke bi rengê DAÎŞ'ê bi rêxistin kir û dest bi êrişên mezin kir. Qada ku lê şer bê kirin kêm bû. Girên biçûk hebûn, ew jî ji bo şer ne guncaw bûn. Piştî ku êriş giran bûn, me şehîdên xwe yên destpêkê dan. Hevalên Mahmût û Dilovan şehîd bûn. Piştre hevalên Viyan û Rustem şehîd bûn. Wê demê şehîdgeha me tune bû. Nehatibû bîra min ku em ê şehîdgehekê çêbikin ku bi hezaran şehîd lê bên veşartin. Me şehîdên xwe bi serhildaneke mezin spartin axê.

Lê belê me ev fêhm nedikir; cîhan çima nahêle em kêfxweş û aram bin. Dema ku rejîm hate derxistin dilopek jî xwîn nehate rijandin. Me xwe bi xwe bi rê ve dibir, em têra xwe dikir. Ji bilî jiyana bi zimanê xwe me tiştekî din nedixwestin!

Çete êdî bi pêş ve çûbûn. Êşa Şengalê hîn teze bû. Her ku ew bi pêş ve diçûn xelkê dest ji gund berdidan û dihatin navenda bajêr. We 'Berxwedana Serzorî' bihîstine. Li wir 12 şervanan bi îradeyeke mezin şer kirin û ji bo nekevin dest, çalakiya fedayî kirin. Piştre jî me parçeyên ji wan şehîdan mabûn yek bi yek kom kirin û anîn şehîdgehê. Li eniya rojhilat jî bi pêşengiya hevalên Zozan û Êriş berxwedan hebû. Tevî ku fermana vekişînê ji wan re hate dayin jî wan gotin 'Em ê heta kêliya dawî li ber xwe bidin û nehêlin ku ew xwe bigihînin Kobanê. Eger bên jî tenê dema ku pê li cenazeyên me kirin hingî wê bên'. Bi vî rengî bi lehengî şehîd bûn. Bi rastî jî bi tankan pê li şehîdên me kirin û bi wî rengî derbas bûn. Dema ku em çûn cenazeyan bînin hestiyên wan hemû şikestibûn, tenê kincên wan mabûn.

Li dijî vê barbariya ku bi piştgiriya gelek dewletan û teknîka wan dihate kirin, berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Ew berxwedan destanî bû. Keç û xortên Kobanê ku ti perwerdeya leşkerî nedîtibûn, li gel çend şervanên xwedî tecrûbe bi fedakariyeke mezin paşve gav neavêtin.

ŞERÊ BER BI BAJÊR VE...

Piştre amadekariya şerê bajêr dest pê kir. Di navbera taxan de ji bo şervan karibin bi hêsanî derbas bibin dîwar hatin qulkirin. Çeteyan bi taybetî êriş dibirin ser qadên sivîlan. Dixwestin ku Kobanê bê valakirin. Bi hatina şêniyên gundan re li malekê carna 3-4 malbat diman. Piştî ku rewş giran bû gel berê xwe da ser sînor. Li wir jî bi hawan êriş dikirin. Ji sivîlan hin kes şehîd bûn. Gel ji neçarî derbasî bakur bû.

PIŞTGIRIYA BAKUR WÊ TI CARÎ NEYÊ JIBÎRKIRIN

Êşeke gelekî giran bû... Êşeke gelekî giran bû ku mirov neçar bimîne dest ji xaka xwe berde. Lê baş bû ku gelê me li Bakur hebû. Ji aliyê madî û manewî ve bi her awayî piştgiriya ku dan wê ti carî neyê jibîrkirin. 4-5 mehan li ser sînor bala wan li ser Kobanê bû, pitgiriya mawî didan şervanan.

Tevî gelê Bakur her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin ji bo Kobanê hebû. Ji bo bajarekî Kurdan ku navê xwe cara yekê hatibû bihîstin bi dehan mirovên me şehîd bûn. Yên ku Kurdîtiya xwe ji bîr kirin jî bi şerê Kobanê re Kurdîtiya xwe anîn bîra xwe, biryar dan ku weke Kurd bijîn. Ev ne tiştên bên jibîrkirin e.

ME NIMÊJA XWE YA CEJNÊ KIR!

Ez û 4 hevalên min ên jin jî piştî ku gel derket, me ji bo şervanan û doktorên xwe xwarin çêdikir. Wê demê sivîl êdî nediman. Me li mizgeftê xwarin çêdikir. Bêguman wan zanîbûn ku em li ku ne. Êrişî wan deveran jî dikirin. Piştî demekê em çûn mizgefteke din û xwarina xwe li wir dewam kir. DAÎŞ'iyan digotin, 'em ê nimêja xwe ya cejnê li Kobanê bikin'. Lê me li wê mizgeftê nimêja xwe ya cejnê kir.

Piştî du rojan gihîştin girê Kaniya Kurdan, girê Miştenûrê. Hevalên me em ji mizgeftê derxistin. Êvarê em li cihekî ber deriyê sînor bûn. Wê demê em pê hesiyan ku gihîştin ser gir.

''DIVE YEK JI ME LI NAV ZAROYAN BE'

Hevserê min Mehmûd jî li nav xweparastinê mabû û bi şervanan re bû. Ji min re got, ''Tu biçî wê baş be''. Em careke dî li ser vê axivîbûn û keça min a biçûk Şîlan jî li cem min bû. Min gotibû,''Heke şer giran bibe tu yê nebêjî min ji Kobanê derkeve''. Wî jî gotibû, ''Şîlan şahida me ye, ez son dixwim.'' Dema k şer giran biûbû qada ku mirov lê tevbigeria berteng bûbû. Hevserê min bi telefonê geriya û got,''dive derkevî''. Min jî nemar karîbû tiştekî bikim, dest bi girî kir. Digot, ''Zaro li wir tenê ne, em herdu li vir bin nabe. Divê yek ji me li nav zaroyan be.'' Heval Dîlan jî got, ''Divê yek ji we li nav zaroyan be''. Min jî nexwest ku nexweşî çêbibe. Ji ber danûstandina min û hevserê min li ser wekheviyê bû. Dema pêvajoya rejîmê li pêşiya ti xebata min nebû asteng. Berevajî, ji bo ku geş bibim alîkar bû. Tim digot xwe bi pêş ve bibe û kir ku werim van rojan. Digot, ''Xebatên dikî yên ji bo şerefê ne. Bi te şanaz im. Werî girtin jî, şehîd jî bibî rêya rûmetê ye. Ez û heval li pişt te ne.'' Ev hemû diyalog dihatin bîra min û min nedixwest ku gotina wî bişkînim. Ez çûm.

MIN NEDIXWEST BIBÎNIM KU SÎNOR DERBAS BIKIM

Hê tam ji sînor em nebihurîn min parçikê reş ê çeteyan dît ku li Kaniya Kurdan li ba dibû. Li Mehmûd geriyam, min got, ''te em derxistin, tu jî dernakevî?''. Wê kêliyê tim gule bi ser me de dihatin, kê davêt, çima davêt nizani. Lê wê kêliyê min got, 'Bila guleyek were li min bikeve, piştî ku min pişta xwe da vê xakê, şervanan, ferqa jiyan û mirinê nîne! Min nedixwest bibînim ku sînor derbas bikim'. Piştî ku em derbas bûn Heval Şîlan geriya. Min bi girî got, ''Ez li bakur im, min xayintî li we kir. Diviya min ev nekira. '' Wê jî got, ''Her kes derket, tu dayik î, zarokên te hene'' û li ber dilê min çû û hat.

Kêm kes li Kobanê mabûn. Yek jê jî hevserê min bû. 7-8 rojan li bakur mam lê weke emrekî derbas bû. Tim li hevserê xwe digeriyam, min digot, ''Kobanê rizgar bibe jî nikarim bêm. Piştî ku min pişta xwe da wan ti maneya wê nîne ku vegerim.'' Ên ku bi min re sînor derbas kiribûn hatibûn destgîrkirin. Grêva birçîbûnê kiribûn û piştre hatibûn berdan. Piştî ku ew derketin em hatin cem hev û me got,''êdî em vegerin Kobanê'. Li Mehmûd geriyam, min got, ''Hevalên min tên, heke ez jî neyêm ez ê ji kerban bimirim''. Got, ''Temam, Şîlan jî bîne, tiştek nabe, bila şer bibîne,hîn bibe''. Min bawer nekir. Min rahişte Şîlan û em vegeriyan Kobanê.

PIŞTÎ BI HEFTIYEKÊ VEGERA LI KOBANÊ

Min pê li axa Kobanê kir. Weke ku nû ji diya xwe bûbûm.

Em derengiya şevekê derbas bûbûn. Piştre me dît ku her dever hilweşiyayye, tiştek li ser hev nemaye. Ji bo ku em vegeriyan şervan bi ser me hilbûn .Me jî got, ''Me nikarîbû li wir bijîn, dibe ku em nikarin çekê hildin weke we şer bikin. Lê birîndar hene, em dikarin xwarinê çêbikin, firaxan bişon.'' Gotin, ''Baş e.'' Me çend malên berê paqij kir, me hevalên birîndar, cihê ku doktor wê bihatanê me hazir kir û heval birin wir. Ji bo ku dîsa me xizmet dikir em pir kêfxweş bûn.''

GOTINÊN ŞERVANÊN BIRÎNDAR

Hêdî hêdî kuçe rizgar dibû. Li Mekteba Reş teqîneke mezin çêbû. Bi dizî me xwe gihande dibitanê. Gelek şehîd hebûn, me şehîd derxistin û birîndar şandin Bakur. Birîndarên din mabûn. Şervanekî birîndar hebû. Ji ber toz û barûdê çavê wî venedibû. Nedikarî xwe tevbilivîne. Gote hevalê Cûdî yê li cem, ''Çengê min pir diêşe, çi bûye? Piştre got, ''Heval çawa ne? Pir şehîd hene? We kozikên xwe berdan an na?'' Cûdî jî got, ''Piştî teqînê di cih de em vegeriyan cihê xwe, kesî cihê xwe berneda''. Şervanekî li erdê ku nedikarî xwe bilebitanda ne jî bidîta digot, ''We kozikên xwe berdan an na?''. Ne ji Kobanê bû. Piştî wê gavê, min got, ''Ez soz didim vî şervanê birîndar, heta ku qewet bi min re hebe ez ê bixebitim''. Min ew şervan, berxwedana wan, tiştên ku jiyane, dilgermiya wan û hevaltiya wan li Kobanê dît.''

Hevserê min Mehmûd jî bi şervanan re bû. Ji paqa xwe birîndar bûbû. Xwestin ku bişînin bakur lê ew neçûn. Gule di laşê wî de ma û doktoran wiha kêl avêtin birîna wî. Gule wiha di paqa wî de ma.

HEVSERÊ WÊ MEHMÛD ŞEHÎD DIBE

Kobanê azad bû. 3-4 meh di ser derbas bûn. Roja komkujiyê hat. Berê sibehê dengê teqînê hat. Mehdûd di cih de rextê xwe girêda, rahişte çeka xwe û em derxistin.

Dema ku em derketin cîranê me got, ''çi dibe?''. Wî jî got, ''DAÎŞ êrîşê tîne, divê hûn derkevin''. Li ser vê cîran got, ''Derî li ser min hate girtin, zarok li hundir in.''. Mehmûd jî xwe ji ser dîwêr avêt, derî li cîran vekir. Piştî ku jin kete hundir dengekî dî yê teqînê hat. Tam derdiket, Mehmûd li erdê ye. Te nevê dema ku DAÎŞ'î tên, ew ber bi wan ve diçe, ji bo ku kincên şervanan li xwe kirine bi wan dernaxîne. Dema ku nêzî wesayitê dibe şehîd dibe.''

Em li ser xeta sînor disekinin. Demeke dirêj bi telefonê geriyam lê venedikir. Di dilê xwe de min got, ''Hêvî dikim neketibe dest wan, şehîd bûbe''. Herî dawî ciwanekî vekir, got, ''Heval Mehmûd şehîd bûye.''

Dawiyê, ne ya Erdogan, gotina şehîdên me pêk hat, Kobanê azad bû. Plana kesên ku ev şer danîbûn pûç bû. Li çar parçeyên Kurdistanê, li her devera cîhanê, kê ji bo Kobanê ked dabe, mala wan ava.''