Uveyş Ocalan li Helebê hat bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan li Helebê bi civînekê hat bibîranîn.

Li eywana 8’ê Adarê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera 31’emîn a koça dawîn a dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Kongra Star ve hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan şêniyên taxê beşdar bûn. Di civînê de endama rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatme Hesen spasiya jinan kir û dayika Uveyş Ocalan bi bîr anî.

Fatme Hesen destnîşan kir ku piraniya taybetmendiyên pêşengtiyê yên di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi saya dayika Uveyş hatin pêşxistin û diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn destpêka şoreşên nû yên li seranserî Kurdistanê.

Fatme Hesen soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û anî ziman ku avakirina civakeke şoreşger erkê jina azad e.

Civîn bi dirûşmeyêb "Bijî berxwrdana Îmralî" bi dawî bû.