Daxuyaniya QSD'ê ya li ser herêma petrolê ya El Umer
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El Ebdullah got, wan herêma petrolê ya El Umer kontrol kirine û zerar li herêmê nebûye.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El Ebdullah got, wan herêma petrolê ya El Umer kontrol kirine û zerar li herêmê nebûye.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El Ebdullah, li ser kontrolkirina mezintirîn çavkaniya petrolê ya Sûriyeyê El Umer ku li rojhilatê Dêra Zor e, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li malpera fermî ya QSD'ê hate weşandin û wiha hate gotin:
"Hêzên me, danê sibehê (22'ê Cotmeha 2017) operasyon li cihên DAIŞ'ê yên li herêma petrolê ya El Umer kirin. Di encamê de herêma petrolê ji çeteyan hate paqijkirin û bêyî zerar bigihêje çavkaniya petrolê, herêm ji çeteyan hate paqijkirin.
Ji bo derxistina çeteyan ji taxa Mesakînê, ku li derveyî herêma petrolê ye, operasyona hêzên me dewam dike."