Daxuyaniya hevpar a Hêzên Şoreşger a li dijî êrîşên Tirkiyeyê

Komên şoreşger ên Ereb ên li Şehbayê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dixwazin hemû axa Sûriyeyê ji terorê rizgar bikin.

Komên şoreşger ên Ereb ( Tugaya Bakur a Demokratîk, Artêşa Şoreşgeran, Tugaya Yekemîn a Mexawîr Humis 505 û Hêzên Eşîran) ên li herêmên Şehba, derbarê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Şehba û Bakurê Sûriyê de daxuyanî dan û Tirkiye hişyar kirin.

Di xwendina daxuyaniyê de, bi dehan şervan, Cîgirê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Siltan Ebû Erac, Fermandarê Tugaya Bakur a Demokratîk Iskender Elai, Fermandarê Hêzên Eşîran Ebû Cuma El-Benawî, Fermandarê qutbûyî ji Tugaya El-Muitesim Ebû Seqir amade bûn û li wir al û sembolên komên şoreşger û QSD`ê hat hildan.

Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Xelef Museb ve li pêşiya navendeke komên şoreşger li Şehba hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji gelê Sûriyeyê yê qehreman û hemû azadîxwazên cîhanê re

Ji cîhanê re diyar bû ku Tirkiye desteka terorê dike. Weke tê xuyakirin, di demeke ku hêzên me li paytexta DAIŞ`ê Reqa şer dikin, Tirkiye herêmên bi ewle yên li Bakurê Sûriyeyê ku gel lê dijî topbaran dike, hêzên xwe kom dike û amadekariya dagirkirina herêmên nû dike. Ev yek jî ji bo destekdayîna DAIŞ`ê ye ya ku ber bi tunebûnê ve diçe. Em Şoreşgerên Ereb di nava Hêzên Şoreşger ên Hevbeş de Tirkiye û çeteyên wê ji topbarankirina herêmên me hişyar dikin.

Gelê Sûriyê çavbirçîbûn, kiryar û armancên we ji xerakirina binesaziyê, diziya pereyan û koçkirina welatiyan nas kir. Gelê Sûriyeyê baş dizane ku Tirkiye fitneyê belav dike û taybet di navbera me û birayên Kurd de. Em ji aliyê xwe ve ji cîhanê re vê biratiyê teqez dikin, her dem me bi hev re li hember terorê şer kir û em ê bi hev re dagirkeriya Osmanî ya nû têk bibin.

Em ê bi hemû şêwe û riyan parastinê bikin û ji gelê Sûriyeyê û azadîxwazan re diyar dikin ku armanca  Hêzên Şoreşger ên Hevbeş û QSD`ê bersivdayîna dagirkeriyê ye û rizgarkirina Sûriyeyê ji terorê ye, tu niyeta me ya avakirina dewleteke serbixwe weke hin alî dibêjin, tune ye.

Di dawî de, em bang li gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan dikin ku li hember dagirkeriya Osmanî serî hildin û soz didin gel ku em ê bi hemû şêweyan bersiv bidin.

Bijî biratiya gelan.”