Danezana encamê ya komxebata ekolojiyê hate eşkerekirin
Danezana encamê ya komxbata ekolojiyê ya KCDK-E'yê hate eşkerekirin û hate gotin, damezrandina Tevgera Eklojî ya Kurdistanê ya Ewropayê (TEV-EKO) hatiye ragihandin.
Danezana encamê ya komxbata ekolojiyê ya KCDK-E'yê hate eşkerekirin û hate gotin, damezrandina Tevgera Eklojî ya Kurdistanê ya Ewropayê (TEV-EKO) hatiye ragihandin.
Danezana encamê ya komxebata ekolojî ku di 21-22´ê Kanûnê de li bajarê Almanya Freîburgê hatibû lidarxistin hate eşkerekirin.
Komxebat, bi pêşengiya Komîteya Ekolojî ya KCDK-E bi dirûşmeya “Bi Berxwedana Ekolojîk ber bi Avakirinê”, ji bo berxwedana Rojava û bîranîna endamên ragihandina azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrîşên devleta Tirk de şehîd bûbûn hate lidarxistin.
Di komxebatê de damezrandina Tevgera Ekolojî ya Kurdîstan a Ewrûpa-TEV-EKO hate îlankirin. Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku divê sedsala 21. tevî têkoşîna azadiya jinê bibe sedsala têkoşîna ekolojîk jî.
Dewama danezana encamê ya komxebata ekolojî bi vî rengî ye:
• Komxebata me dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda şidandî ya ev 26 salin tê meşandin, şermezar dike. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ku paradîgmaya ekolojîk weke destketiya herî mezin a têkoşîna azadiyê dinirxîne weke bingeha hemû xebatan dibîne û bang dike ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo piştgiriya navneteweyî xurt bibe.
• Êrîş û qeyrana ekolojîk bingeha xwe ji pergalê digire. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst û dewletperest ku dagirkerî, komkujî û qirkirina ekolojîk bi awayekî sîstematîk dimeşînin cîhan xistin nav karesatên pir alî û ber bi hilweşandinê ve dibin. Karesata ekolojîk, tinekirina cure û ekosîsteman, şerên enerjiyê, destwerdanên li dijî Kurdistan, Rojhilata Navîn û welatên din, xizanî û birçîbûna li dinyayê, koçberî, zêdebûna zehtên rejîmên totalîter, nijadperest mezinbûna xetereya ku em pê re rû bi rû dimînin eşkere dike. Komxebata me li hemberî vê pergala li dijî xweza û civakê armanc dike ku civakek li gorî pîvanê demokrasî, ekolojî û azadiya jinê were avakirin.
* Şer li însan, civakê û xwezayê ne û qirkirinên ekolojîk yê herî mezin di şer de rû didin. Şerê ku bi pêşketina teknolojiya endûstrîyalîzmê û armanca kar a hêzên serdest tê meşandin, tevî qirkirina civakî û ekolojîk, xizmetî hişmendiya tinekar ya kapîtalîzmê jî dikin. Ji ber ku butçeyên şer û hilberandina çekan zêde dikin, krîza ekolojîk kûr dikin, gel ber bi koçberî, xizanî û birçîbûnê ve dibin têkoşîna ekolojî destpêkê divê li dijî şer were meşandin û dijberiya şer bihewîne.
* Qirkirina ekolojîk ku di roja me ya îro de xwe gihandiye asta karesata ekolojîk, divê bi her awayî bi têkoşîna azadiya jin re yekpare were meşandin. Li gorî vê yekê, divê sedsala 21. tevî têkoşîna azadiya jinê bibe sedsala têkoşîna ekolojîk jî.
* Pîvanên jiyana ekolojîk û têkoşîna ekolojîk nîkare bi sînorên netew dewletan, etnîk, ol, bawerî û nasnameyan ve sînordar bimîne. Têkoşîna ekolojîk, qadeke çalakiyê ya gedûnî û enternasyonalîst e ku hemû beşên civakê dihewîne. Têkoşîna ekolojîk divê xwe ji hişmendiyên elît, hawîrdorperest dûr bigire û tevî zarok, ciwan û jinan hemû beşên civakê bihewîne.
• Li Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk bi destê modernîteya kapiîtalîst û êrîşên pergala mêtinger di çarçoveya konsepta îmhayê ya topyekûn de weke stratejiyeke şer tê meşandin. Ji bo pêşî li berxwedana Kurdistanê were girtin qirkirina ekolojîk weke çek tê bikaranîn. Bi qasî 100 bendavên ku bi dagirkirina av û axa Kurdistanê avakirin û her weha projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) û Santralên Hîdro Elektrîkê (HES) dixwazin civaka gund û çandiniyê ya li Kurdistanê birçî bihêlin û bi koçberiyê tasfiyê bikin. Di encama vê de bi bendavên ewlekariyê yên li xeta Colemêrg û Şirnexê û projeyên bendavê yên GAP´ê gelê Kurd ji ava Kurdistanê bê par dihêlin û qirkirina ekolojîk kûrtir dikin. Gelê Rojava bê av dihêlin, gola Urmiye ziwa dikin, xwezaya Efrînê û darên wê yên zeytûnê tê tinekirin û di serî de li Cûdî û Botanê daristanên Kurdistanê tên tinekirin, li Başûrê Kurdistan û Qadên Parastinê yê Medyayê, li Rojhilat û Zagrosan daristanên Kurdistanê tê birrîn û bi bombebaranan tê şewitandin. Ev êrîşên ku bi hişmendiya dagirkeriyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin dixwazin civaka Kurd û nirxên çandî, civakî û aborî tasfiye bikin. Li hemberî kirkirina ekolojîk ku bi mîlîtarîzmê, rêbazên faşîzan û sedemên ewlekariyê bi awayekî rewa dixin dewre divê têkoşîna ekolojîk were mezinkirin û hemû beşên civakê bihewîne.
• Di serî de li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk ku bi hevkariya şîrketên navnetewî li hemû herêman êrîşî xwezaya Kurdistanê dike, bi lêgerîna petrolê, kanên madenê yên bi hişmendiya dagirkeriyê bi awayekî hoveber tê meşandin ax, av, daristan, ekosîstem û pirrcurebûn bi temamî tê tinekirin. Çandinî, xwedîkirina sewalan, mêşên hingiv tê tinekirin û li ser gelê Kurdistanê koçberiyê ferz dikin. Di heman demê de bi hezaran kanên madenan nirxên binxerd tê talankirin. Dixwazin keda gelê Kurd ku mexkûmî bêkarî û xizaniyê kirine jî weke hêza kar a erzan dagir bikin. Qirkirina ku di qada civakî û aborî de bi hevre tê meşandin weke lingên qirkirina çandî dixin dewre. Girêdayî vê rastiyê li Kurdistanê têkoşîna ekolojîk divê li dijî dagirkeriyê be, li dijî kapîtalîzmê be û yek ji pîvana herî bingehîn yê welatparêziyê û wezîfeya wê ye.
• Polîtîkayên dagirkerî û şer ku dewleta Tirk li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bê navber dimeşîne di nav pergalê û xwezayê de hilweşandineke mayînde pêk tîne. Li Herêmên Parastinê yê Medyayê bombebaran û êrîşên bi çekên kîmyewî bi awayekî bê navber dewam dikin, li Rojava bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şoreşa Rojava êrîş tên meşandin. Bi van êrîşên ku bi piştgiriya hêzên serdest yê modernîteya kapîtalîst û NATO´yê tên meşandin qirkirina ekolojîk, civakî û çandî kûr dibe.
• Serdestiya li dijî xwezayê di encama serdestiya zilam ya li hemberî jinê de pêk hat. Lewma parastina xwezayê divê avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê jî esas bigire. Em li dijî hemû serdestiyên ku bûne sedema qirkirina ekolojîk, derdikevin û dibêjin divê ji mafê jiyanê yê hemû hebûnan re hûrmet were nîşandan. Di vê çarçoveyê de armanca komxebata me ew e ku hemû hebûnên dagirkerî û serdestiyê ji holê were rakirin. Li hemberî dagirkeriya li ser ax, av, enerjiyê tê meşandin, polîtîkayên yekdestî û gaspê derdikeve û armanc dike ku herkes xwe bigihîne nirxên bingehîn yê jiyanê.
• Weke pîvanê bingehîn yê civaka ehlaqî û polîtîk hişmendiya me ya ekolojîk îdeolojiyên kolonyalîst, nijadperest, netewperest, cinsiyetperest, oldar, dewletperest, peşveçûna sanayî ya endûstriyalîzm qebûl nake. Li hemberî plansaziyên wan yên li dijî civak û xwezayê derdikeve. Piştgirî dide dewlemandiya civakê û pirrcurebûne. Polîtîkayên çandiniyê yê yekdest û berhemên çandiniyê yê hîbrît a bi jehr ku bi awayekî yekdest û bi armanca berjewendiyê tên meşandin qebûl nake.
* Hişmendiya modernîst ku modernîteya kapîtalîst weke mutlaq û pêşketî dibîne nahêlê ku têkoşîna ekolojîk bi awayekî berfireh were meşandin û bandora qirkirina ekolojîk a di hemû qadên jiyanê de were lepirsînkirin. Komxebata me hişmendiya ku nirxên civaka xwezayî înkar dike red dike, van weke nirxên bingehîn yê mirovahiyê dibîne û dixwaze bi perspektîfa ekolojiya civakî ev bijîn. Vegera li ekolojiya civakî ku dixwaze civakê li gorî pîvanên demokratîk û azadiya jinê birêvebibe weke çareseriya alternatîf ya qeyrana ekolojîk û pirsgirêkên ekolojîk dibîne.
• Çandinî di warê aborî û civakî de yek ji xala herî bingehîn ya gelê Kurd e. Lewma polîtîkayên ax û avê ku di çarçoveya ekolojiya civakî de tên pêşxistin, xalên stratejîk yên xwe parastina ji dagirkeriyê û pêşxistina pêvajoya azadiyê ne. Girêdayî vê yekê armancê komxebata me ew e ku bi avakirina civakeke nû ya li gorî paradîgmaya ekolojîk, aboriya komûnal ya li gorî çandiniya ekolojîk were pêşxistin. Li hemberî dûrketina modernîteya kapîtalîst ku di navbera însan-însan û di navbera însan-xwezayê de ava dike, hevsengiya bi xwezayê re diparêze.
• Li hemberî koçberî û qirkirina aborî divê li qadên gund û bejahî ji bo pêşketina çandiniya ekolojîk û xwezayî xebatên lêkolîn û ceribandinê were meşandin. Divê çandinî û xwedîkirina sewalan û modelên berhemên komûnal yên bi hevsengiya xwezayê tê meşandin werin parastin û piştgirî were dayîn. Divê cureyê nebat û ajalan yê li hemberî veguherîna hawîrdorê li ber xwe didin, werin bijartin. Li dijî polîtîkayên endûstriyalîzmê ku di qada çandiniyê de bi hişmendiya yekdestî û dijberî xwezayê tê meşandin divê navendên parastina tovên xwezayî û herêmî, parastina pirrcurebûnê werin avakirin û li hemû herêman weke xebatên stratejîk werin parastin.
• Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê tê meşandin, parastina xweza, ax û gelê me weke pîvana bingehîn ya meşa azadiyê dibîne û vê weke erkeke ahlakî û polîtîk destnîşan dike. Komxebata me sazîbûna entelektûel, akademîk û dîplomatîk ya di vê qadê de weke qadeke rêxistinî ya stratejîk digire dest. Li gorî vê yekê li Kurdistanê li hemberî polîtîkayên qirkirina xwezayê û karesata ekolojiyê divê sazîbûn û rêxistinbûneke bi bandor were meşandin û bi armanca ku ev ber bi Konfederalîzma Civakî ya Ekolojîk û Demokratîk ve biçe, “Platforma Ekolojî ya Kurdistanê û Tevna Piştgiriyê ya Navnetewî” were avakirin.
* Avakirina civakeke demokratîk û azad encex bi zanistiya ekolojîk mimkûn e. Bi vê pîvana paradîgmaya me ya ekolojîk, civaka ekolojîk û jiyana ekolojîk divê li ser bingeha nirxên komûnal ên demokratîk were avakirin.
* Di çarçoveya paradîgmaya me de ji bo zanistiya ekolojî ya civakî pêş bikeve, tevî xebatên perwerdeyê xebatên zanistî û akademîk jî gavên sereke ne. Ji bo rola di vê qadê bi cîh were komxebata me armanc dike ku di dema pêş de xebatên me yên li Ewrûpayê di çarçoveya enstîtûyê de jî were meşandin.
* Ji bo qirkirina ekolojîk ya li Kurdistan û cîhanê were şopandin, belgeyên wê were komkirin û di vê qadê de bîr û zanistiyek were avakirin, armanc dike ku di qada ekolojiyê de xebatên arşîvê were meşandin.
* Li Kurdistan û cîhanê ji bo sûcên qirkirina xwezayê were eşkerekirin, derbasî belgeyan bibe û weke sûcekî destûra bingehîn were qebûlkirin têkoşînê dimeşîne.
*Li hemberî qirkirina ku li tevahî cihanê dewam dike, bi armanca ku têkoşîna ekolojîk bilind bibe û pêşî li karesatê were girtin, bi tevgerên ekolojîk ên din re dikeve nav danûstandinan û piştgirî dide têkoşîna ekolojîk ya gerdûnî."