Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li Til Koçber hate protestokirin

Li Til Koçberê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Bi sedan kes tevlî meşa ku ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hate organîzekirin, bûn.

Meş ji baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Bi ruhê berxwedana şehîdên Şengalê em ê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bikin", "Na ji dagirkeriya Tirk a DAÎŞ'î re" hatin vekirin û alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokrtîk hatin hildan û bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrîşan û silavkirina berxwedana QSD'ê hatin berzkirin.

Meş li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endamê Meclîsa Navçeya Til Koçerê Salih El-Mihêmîdî got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve helwesta dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê ya li dijî şoreşê zelal bû. Dewleta Tirk destek da terora DAÎŞ û komên çete yên dîtir, her wiha desteka madî ji bo têkbirina şoreşê û kûrkirina aloziyê da."

Salih El-Mihêmîdî wiha domand: "Planên Tirkiyê li pêşiya îradeya hêzên me û gelê me yê herêmê têk çûn, ji ber vê yekê rasterast bi xwe destwerdana herêmê kir û êrişên giran anîn ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Careke din êrişî Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û heta Şengalê kirin. Armanc ji van êrişan têkbirina vîna gelên herêmê ye."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û QSD'ê bi dawî bû.