Dayika Gulîzar a ku mîrateya berxwedanê li pey xwe hişt
Dayika Gulîzar beriya niha bi 10 salan mîrateya berxwedanê ya li dijî êşkence, zext û zilmê li pey xwe hişt û çavên xwe li jiyanê girt.
Dayika Gulîzar beriya niha bi 10 salan mîrateya berxwedanê ya li dijî êşkence, zext û zilmê li pey xwe hişt û çavên xwe li jiyanê girt.
Ji şahidên dîroka Kurdistan û Dersimê û dayika yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan beriya niha bi 10 salan çavên xwe li jiyanê girt. Gulîzar Kaytan li hemberî zext û êşkenceya dewletê jiyana xwe ya ji 85 salan bi berxwedanê derbas kir û bû yek ji sembolan. Bi vê berxwedana xwe weke dayika berxwedêr a Dersimê hate bîranîn û mîrateyeke berxwedanê ji nifşên nû re hişt.
Gulîzar Kaytan li gorî qeydên fermî di 1'ê Çileya 1929'an de li Dersimê ji dayik bû. Kaytan ku endama eşîra Haydaran bû, li gundê Hengirvanê yê ser bi navenda Dersimê ji dayik bû. Li Dersim a wê demê, malbat û eşîra wê zextên dewletê red kirin û jiyaneke bi nasnameya Kurdîtî û Elewîtiyê hilbijartin.
Di qirkirina 1937-1938'an de ji malbata Gulîzar Kaytan bi dehan kes, ji eşîra Haydaran jî bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gulîzar Kaytan wê demê hîn 9 salî bû. Mîna ku li yên rizgar bûn hemûyan dihate kirin, ew jî yên din ên ji malbata wê sax man, hatin sirgûnkirin. Gulîzar Kaytan a 9 salî li gel ferdên malbatê yên sax man ji Kayseriyê re hatin şandin.
Gulîzar Kaytan bi qasî 10 salan li vê derê bi malbata xwe re ma, di dawiya salên 1940'î de ji nû ve li Dersimê vegeriya û li gundê Hengirvanê bi cih bû. Piştî ku vegeriya gund bi Alî Kaytan re zewicî. Malbata Kaytan ku heta salên 1970'î li Dersimê man, 7 zarokên wan çêbûn. Di vê demê de bi destpêkirina têkoşîna Denîz Gezmîşan re zexta li ser malbatê jî zêde bû. Dewletê malbata Kaytan rehet berneda û timî zext lê kir.
APOYÎ KETIN NAVA GUNDÊ HENGIRVANÊ
Di salên 1975-1976'an de ciwanên cuda li gundê Hengirvanê diçûn û dihatin. Ev ciwan destpêkê weke hevalên kurê mezin ê malbatê Alî Haydar Haytan dihatin naskirin. Lê belê bi demê re hate fêhmkirin ku ew şoreşgerên Kurdistanî ne. Alî Haydar Kaytan yek ji wan bû. Gulîzar Kaytan ji rojza destpêkê ve piştgirî da van ciwanan.
Digot, 'Dema ku min ew ciwan destpêkê dît, min got ev ciwan wê tola Dersimê hilînin'. Bi vê gotina xwe nîşan dida ku hîn wê demê baweriya wê hebû. Dayika Gulîzar ji ber vê yekê hembêza xwe li Apoyiyan vekir û bi her awayî piştgirî da wan. Ji bo şoreşgerên ciwan ên Kurdistanê Hengirvan êdî navend bû. Gelek civîn, kombûn û karên perwerdeyê li vê derê kirin.
'XIZMETA JI BO DEWLETA TIRK XIYANET E'
Bi darbeya 12'ê Îlonê re dewletê zext li malbata Kaytan kir û ji Alî Kaytan hevserê Gulîzar Kaytan re got, 'ya zarokên xwe bînin, yan jî ji vir biçin'. Ji ber vê yekê jî ji Dersimê hatin derxistin. Li malbatê hate qedexekirin ku li Kurdistanê bimîne, lewma ji bajarê Afyonê re hate sirgûnkirin. Bi vê biryarê re Gulîzar Kaytan cara duyemîn ji neçarî ji cih û warê xwe koç kir. Dema li Afyonê ji bo malbata Kaytan salên zor û zehmet bûn. Sirgûn, neçariya jiyana li dûrî xaka xwe, bandoreke gelekî giran li malbatê kir. Lê belê malbata Kaytan li vê derê jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji zarokên xwe re qala Kurdîtiyê, baweriya Elewiyan û qirkirina Dersimê kir. Bav Alî Kaytan ji zarokên xwe re got, 'Hûn ê ti carî xizmetê ji vê dewletê re nekin. Karmendî bi qasî xiyanetê ye' û bi vî rengî helwesta xwe ya li dijî dewletê nîşan da. Bav Kaytan nekarî xwe li jiyana li sirgûnê rabigire û sala 1984'an jiyana xwe ji dest da. Zarokên wan têkoşîna şoreşgerî nas kiribûn û tevlî bûbûn.
Piştî wefata Alî Kaytan, dayik Gulîzar Kaytan li gel zarokên xwe bar kir Bûrsayê û lê bi cih bû. Kaytan piştre ji bo hemû zarokên wê tevlî nava PKK'ê bibin ji wan re bû alîkar û kir ku beşdarî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bibin.
BI DEHAN CARAN HATE BINÇAVKIRIN
Gulîzar Kaytan ji salên 1990'î û pê ve vegeriya Dersimê. Di demekê de ku zext zêde bû, sala 1993'an hate binçavkirin û girtin. Li girtîgeha Erzîromê 6 mehan ma. Gulîzar Kaytan salekê li derve ma û 27'ê Mijdara 1994'an careke din hate girtin, li girtîgehên Dersim, Elbistan û Meletiyê hate ragirtin. Piştî demekê hate berdan û vegeriya Bûrsayê. Li vê derê jî zext û êşkenceya li hemberî wê dewam kir. Midûrê Emniyetê yê Bûrsayê yê wê demê bi xwe ew binçav kir û êşkence lê kir. Li gel êşkenceyê jî li ber xwe da û di binê çavan de neaxivî. Bi vê helwesta xwe ya berxwedêr re weke Dayika berxwedêr a 70 salî ya Dersimê' hate naskirin. Gulîzar Kaytan gelek caran hate girtin û bi dehan caran hate binçavkirin, lê her timî serî li ber dewletê rakir û serî netewand.
DEMA KU KINCÊ GERÎLA LI XWE KIR
Gulîzar Kaytan sala 1995'an çû Sûriyeyê gel Rêber Apo. Gelekî qîmet dida Rêber Apo, lewma ji bo dîtina wî bi kelecanî bû. Dema ku Rêber Apo dît ewqasî kêfa wê hat ku mîna cîhan tev bû ya wê. Gulîzar Kaytan li vê derê kincê gerîla li xwe kir û hestên xwe yên destpêkê bi vî rengî anî ziman: 'Xwezî ez hinekî din dereng hatibûma dinyayê ku mîna van keçan min jî rahiştibûya çekê û li çiyayên Kurdistanê şer kiribûya'. Gulîzar Kaytan 6 mehan li vê derê ma û li ser daxwaza Rêber Apo derbasî Ewropayê bû.
LI EWROPAYÊ QALA 38'AN KIR
Ji bo Gulîzar Kaytan ji sala 1938'an û pê ve cara sêyemîn neçar ma ku koç bike. Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi cih bû û li vir jî nesekinî. Ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tevlî kar bû. Gulîzar Kaytan li Ewropayê beşdarî konferans û civînan bû, weke şahida qirkirina Dersimê ya 1938'an qala wê demê kir.
RÊBER APO: DAYIKA GULÎZAR Û DAYIKA HATÎCE JI NIRXÊN HERÎ MEZIN ÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ NE
Gulîzar Kaytan heta kêliya dawî ya jiyana xwe bû parçeyek ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Timî tevlî çalakiyan bû, têkoşiya. Ji ber vê kesayetî û têkoşeriya Gulîzar Kaytan, Rêber Apo li girtîgehê jî timî silav jê re dişand, bi rêya parêzerên xwe diyarî jê re dişand. Ji ber ku Rêber Apo diyar dikir ku dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Altûn lehengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne û qîmeteke mezin dida wan. Rêber Apo ji bo wan digot, 'Ev dayik ji bo me nirx e. Divê mirov xwedî li van nirxan derkevin û dilsozê wan bin."