Dagirkeran li Girê Spî 150 kes revandin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser gundekî Girê Spî û 150 kes revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên bi navê Emşat, 16'ê Çilyeê roja Yekşemê avêtin ser gundê Doxaniyê û 150 kes revandin.

Tê gotin, di nava kesên ku hatine revandin de hin kes hene ku berê di nava komên çete yên dewleta Tirk de cih digirtin, lê belê ji ber ku "maeşên wan nehate dayin" jê cihê bûbûn.

Çekên çeteyên berê hatin desteserkirin û tê gotin ku şandine Tirkiyeyê. Sivîl jî revandina navenda Girê Spî.