Dagirkeran li Efrînê sivîlek revandin û bi dehan dar birîn
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê sivîlek revand. Çeteyên Sûltan Mûrad jî li bajêr bi dehan darên zeytûn û gozan birîn.
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê sivîlek revand. Çeteyên Sûltan Mûrad jî li bajêr bi dehan darên zeytûn û gozan birîn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, Mihemed Mihemed Mûstefa yê li gundê Janjalî ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê revand.
Koma çeyan a bi navê Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk jî li navend û navçeyên Efrînê ji zêdetirî 75 darên zeytûn û gozan birîn.
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna ku ji sala 2018’an di bin dagirkeriya wan de, bi hezaran sivîl revandin e. Piraniya sivîlên hatîn revandin yan hatine qetilkirin yan jî winda kirin.