Dagirkeran li Efrînê 3 sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Kaxra ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Kaxra ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl revandin.
Kiryarên der mirovî ên mîna revandin, êşkence, destdirêjî, destavêtin û talanê ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser xelkê Efrînê her roja diçe zêdetir dibe.
Koma çete ya bi navê Suleyman Şah a girêdayî dewleta Tirk a mêtinger ji gundê Kaxra ya Mabatayê 3 sivîl revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne: Hemo Mihemed Weqas, Ehmed Hesen Hebeş û Welîd Qaziqlî Mihemed.