Dagirkeran êrîşî malbatên Ermen ên li Babê kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di salvegera Qirkirina Ermenan de ya 24'ê Nîsanê êrîşî malbatên Ermen ên li Babê kirin. Di navbera malbatên Ermen û çeteyan de şer qewimî.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, doh saet 19:00 li xaçerêya Xalid Bîn Welîd a Babê êrîşî malbatên Ermen kirin. Piştî êrîşê di navbera malbatên Ermen û çeteyan de şer derket.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, çeteyekî ji El-Şamal a li Til Rifetê Elî Qerendel ji lingê xwe, çeteyê bi navê Mihmûd Xidêr Bîn Mihemed ji pişta xwe, çeteyekî bi navê Xalid El-Hesen Bîn Welîd jî ji lingê xwe birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên il Babê.

Aloziya navbera çeteyan û malbatên Ermen de didome.