Dagirkeran êriş birin ser Eyn Îsa: 4 sivîl şehîd bûn -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî ser bi Eyn Îsayê barand. Herî kêm 4 sivîl qetil kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî ser bi Eyn Îsayê barand. Herî kêm 4 sivîl qetil kirin.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker, li gorî dema herêmî saet di 11:00 de bombe li gundê Dibisê yê li rojavayê Eyn Îsayê barand.
Ji ber êrişê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan sivîlên jiyana xwe ji dest dane Malik el Muharib ê 25 salî, Xemus El Biseyli yê 20 salî, Hemed El Xineys el Cerbueh ê 20 salî û Îdan Hemed El Omeyrî yê 40 salî ne.