Dagirkeran êrîş bire ser gundên dikevin bakurê rojavayê Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîş bire ser gundên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîş bire ser gundên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji navendên xwe yên li herêmên dagir kirî, bi çekên giran êrîş bire ser gundên Ewn Dadat, Seyda, Ereb Hesen, Mihsenlî, Tuxar, Hoşeriye û El Catê.
Gundiyan ragihand ku ji saet derdorî 19:00’ê şevê yên duh heta saet 01:00’ê şevê êrîş dom kir.
Hate ragihandin ji ber êrîşê ziyanên madî pêk hatine.