Dagirkeran Şerawa bombebaran kir û zarokek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyas, Derûra û Birc Qas yên navçeya Şerawa bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li gundê Birc Qasê zarokek 3 salî birîndar bû.

Gundên Meyas, Derûra û Birc Qas a navçeya Şerawa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê bombebarankirin.

 Di bombebarana li ser gundê Birc Qasê ya Şerawa de zarokê 3 salî yên bi navê Merwan Alî birîndar bû. Alî rakirin nexweşxaneya bajarokê Zehra. Hate zanîn ku perçeyên bpmbe ji bedena Alî hatine derxistin û rewşa wî baş e.