Dagirker bombeyan li Til Temirê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker bi obusan bombe li gundekî Til Temirê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk li gorî dema herêmê saet di 11:30'î de bi obusan bombe li gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê barand.

Di dema amadekirina nûçeyê de êrişê dewam dikir. Agahiyên berfireh li ser êrişê nehatin bidestxistin.