Dadgeriya Belçîkayê biryar wergirt ku 10 zarokên DAÎŞ'î bîne
Edaleta Belçîkayê biryar wergirt, ku herî kêm 10 ji zarokên çeteyên cîhadîst ên li kampên ku di kontrola hêzên QSD'ê de ne bînin Belçîkayê.
Edaleta Belçîkayê biryar wergirt, ku herî kêm 10 ji zarokên çeteyên cîhadîst ên li kampên ku di kontrola hêzên QSD'ê de ne bînin Belçîkayê.
Dadgeheke li Brukselê biryar wergirt ku zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yê li Kampa El Holê divê di nava 6 hefteyan de bînin Belçîkayê. Di biryarê de hate ragihandin ku herî kêm 10 zarokên ji 4 hevjînên çeteyên DAÎŞ'ê welatiyên Belçîkayê ne.
Di biryara dadgehê de tê xwestin, ku dewleta Belçîkayê di nava dema hatiye destnîşankirin de 'alîkariya konsolos'ê bi van zarokan re bike û 'belgeyên rêveberiyê û ger û geştê' pêşkêş bike. Dadgehê biryar wergirt ku eger di nava 6 hefteyan de ev yek pêk neyê divê dewlet ji bo her roja derbas bibe 5 hezar Euro tazmînatê bide her zarokî.
Beriya niha jî li dewleta Belçîkayê hatibû ferzkirin ku zarokên çeteyên DAÎŞ'ê bînin Belçîkayê. Di biryareke cuda de ya Kanûna 2018'an hatibû xwestin ku 6 zarokên du jinên çeteyên DAÎŞ'ê bînin Belçîkayê. Lê belê hikumetê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabû û biryar pêk neanîbû.
Lê belê bi biryareke hikumetê re ya meha Hezîranê 6 zarokên beriya niha ji aliyê mîsyonên alîkariya însanî ve hatibûn tespîtkirin û rewşa wan a tenduristiyê nebaş bû anîbûn Belçîkayê.
Tê texmînkirin ku di nava zarokên li kampên di kontrola QSD'ê de ne tevî dayikên xwe dimînin ji 50 heta 60 zarok welatiyên Belçîkayê ne.