DAÎŞ li ber tinebûnê ye
"Em dikarin îro gund paqij bikin, Lê belê DAÎŞ'ê gelek zarok û jin ji xwe re kiriye mertalên zindî. Lewma jî fermandarên me destûr nadin. Em jî em pir bi baldarî tevdigerin."
"Em dikarin îro gund paqij bikin, Lê belê DAÎŞ'ê gelek zarok û jin ji xwe re kiriye mertalên zindî. Lewma jî fermandarên me destûr nadin. Em jî em pir bi baldarî tevdigerin."
DAÎŞ li qadeke nêzî 4 kîlometreyî asê maye. Bajarokê Baxozê ji du gundan pêk tê. Nîvî di destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye, li nîvê din jî çeteyên DAÎŞ'ê tevî malbatên xwe û sivîlê dîlgirtine, kom bûne. Ev bajarok li ber sînorê Iraqê bi ser bajarê Qaîmê ve ye. Em çûn wir, dengê guleyan dihatin. Di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û cihê em çûyî 500 metro mabû.
Mûhsîn Tirêx şervanekî QSD'ê ye. Ji Reqayê heta Baxozê şerê DAÎŞ'ê kiriye. Mûhsîn Tirêx got, "Em dikarin îro gund paqij bikin, Lê belê DAÎŞ'ê gelek zarok û jin ji xwe re kiriye mertalên zindî. Lewma jî fermandarên me destûr nadin. Em jî em pir bi baldarî tevdigerin."
Li gorî gotinên fermandarên QSD'ê, wê di vê mehê de DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve tine bibe, lê wek hişmendî û bawerî kesek nizane wê kengî biqede. Dibe ku bi salan jî bi dawî nebe. Malbatên niha ji Baxoz rizgar dibin û berê xwe didin QSD'ê vê yekê tekez dike ku baweriya xwe ji DAÎŞ'ê qut nekirine. Me gelek ji wan dîtin, ji her deverê dinyayê ne, Turkî, Fransî, Elman, Iraqî û hwd.
Om Ebdulah jineke 50 salî ye ku nû ji Baxoz hate rizgaridin. Bi eslê xwe ji bajarê Konya yê Tirkiyeyê ye. Berî niha bi 4 salan hatiye herêmên DAÎŞ'ê. Nexwest navê xwe yê rast ji me re bêje. Got, "Kurê min û hevjinê min hîn li Baxoz in, ew derneketine."
Dema me jê pirsî bê çawa dijiyan, got "Ev çend roj in rewşa me xerab bû. Lê berê me ol û şerîheta xwe pêk dianî. Me çi ji xwe re xeyal dikir di nava DAIŞ de hebû."
Di nav wan malbatan de jineke ji bajarê Felûcê hebû, navê xwe li gorî ji me re gotî Fatme Mustefa. Ji bo rewşa Baxozê wiha got, "Hevjinê min derbasî Tirkiyeyê bû. Di ser Cerablûs û Îdlibê re derbas dibin."
Her jinekê tekez çend zarok bi wan re hebûn. Navên piraniya zarokên di nava 5 salan ji dayik bûn Omer in. Ew nav li gorî DAÎŞ'ê navekî pêkhatiya Sûnî temsîl dike.
Gelek ji sivîlên ji DAÎŞ'ê direvin, dema xwe digihînin hêzên QSD'ê dibin hedefa guleyên çeteyên DAÎŞ'ê yên ji pişt ve li wan direşînin. Dema em li wir bûn, komek sivîl hatin û jineke 20 salî bi navê Asma, bi guleya DAÎŞ'ê hatibû kuştin. Ev rewş rojane dubare dibe.
Sivîl û malbatên DAÎŞ'ê yên ji DAÎŞ'ê reviyan, piştî ku ji aliyê hêzên QSD û koalîsyonê ve tên kontrolkirin, ber bi kampa Holê ve tên şandin.