Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî şermezar kirin

Li navçeya Fatîn a Şehbayê bi deh hezaran kesî bi meşekî girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi deh hezaran şêniyên Kantonên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li navçeya Fafîn a Şehbayê şermezar kir. Meş ji têketina Fafînê ber bi qada Dibistana Ajokariyê ve kete rê. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiyê ye" hildan.

Li qadê, li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Dûre endama Meclîsa Giştî ya PYD′ê Zelal Ceger axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir. Zelalê bang kir ku divê hemû gel beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibe û pabendî fikir û felsefeya jiyan û vîna azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

Zelal Ceger diyar kir ku bi hezaran şervanên azadiyê yên li 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê di oxira azadiyê de tê dikoşin û got: "Tu kes nikare roja me tarî bike û me ji Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bixe."

Zelal Ceger destnîşan kir ku koçberên Efrîn û şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ligel hemû rewşên dijwar dewam dike û piştrast kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan garantiya rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî ye û got: "Dê sala 2023 bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Meş bi dirûşma silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komployê bi dawî bû.