Ciwanên Rojava ji bo Ocalan serî hildan: Meşên dirêj destpê kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên li herêmên Cizîr û Firatê yên Bakurê Sûriyeyê serî hildan û ji Hesekê, Dêrikê û Serêkaniyê ber bi Qamişloyê ve dest bi meşa dirêj kirin.

Çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Ciwanên Rojava dest bi meşên dirêj kir.

DÊRIKÊ

Di çarçoveya Pêngava 'Serî Hilde' de, Koordînsayona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) meşeke dirêj ji bajarê Dêrikê ber bi Qamişlo ve da destpêkirin. Meş wê ji bajarên Girkê Legê, Rimêlan, Çil Axa û Tirbespiyê re derbas bibe.

Beriya meş dest pê bike, li ber Rêveberiya Akademiya Ciwanan a Şehîd Baz daxuyaniyek hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve hatiye ferzkirin her wiha, êrîşên li ser gorên şehîdan û girtina siyasetmedarên kurd û li aliyekî din jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, dewama komploya li dijî azadî û aştiyê ye. Em wekî ciwanên Rojava soza bomandina têkoşînê didin gel û rêber xwe. Heya rewşa rêberê me neyê zelalkirin em ê têkoşîna nedin rawestandin. Em ê li hember êrîşên berber ên dewlata Tirk li ser gelê kurd û doza wê bê deng nemînin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê meş 6 rojan bidome û banga tevlîbûnê li tevayî ciwanan hate kirin.

Piştî daxuyaniyê meşa ciwanên Rojava dest pê kir. Ciwan li nava  kolanên bajarê Dêrikê geriyan û ber bi gundê Xanê Serî yê girêdayî herêma Koçbera bi rê ket. Ciwan wê sibê ber bi Rimêlanê ve bimeşin.

HESEKÊ

Ciwanên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya pêngava 'Serî hilde' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Çerxeriya Sebax a bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişloyê ve ketin rê.

Meşa ciwanan hetanî ku bigihêjin bajarê Qamişlo wê 6 rojan dewam bike. Rojane wê 15 kîlometreyan bimeşin û di dawiya her rojekê de wê agir pê bixin.

Ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Ardar Kobanê diyar kir ku ev çalakî ji bo kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bersiv e û got: "Wê ciwanên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kom bibin û di roja dawî de çalakiyekê organîze bikin."

SERÊKANIYÊ

Meşa dirêj a ciwanan ji herêma Serêkaniyê bi tevlîbûna bi sedan ciwanên herêma Firatê û Cizîrê ber bi kantona Qamişlo ve, hate destpêkirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca naskirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê meşa dirêj dest pê kirin. Ciwan wê ji Serêkaniyê heta bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê bimeşin.

Ciwanan posterên Ocalan, alên YPG-YPJ, TEV-DEM û Ciwanên Rojava û Yekîtiya  jinên ciwan rakirin.

Her sê meşên dirêj ên ciwanên Herêma Cizîrê wê di 27'ê Mijdara 2017’an de li bajarê Qamişlo bigihêjin hev.